Li Danîmarka Kurd ji bo Ocalan li ser lingan in
Kurdistaniyên li Danîmarka dijîn, ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytext Kopenhag çalakiyek lidar xistin.
Kurdistaniyên li Danîmarka dijîn, ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytext Kopenhag çalakiyek lidar xistin.
Kurdistaniyên li Kopenhag û derdorî wê dijîn, li stasyona navenda Kopenhagê bi çalakiyeke bêîtîhatiya sivîl lidarxistin.
Piştre jî li pêşiya şaredaryê çalakiyek lidar xistin. Piştre jî ketin rêya herî qelebalix a bajêr, çalakiya xwe dewam dikir.
Di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Sêvê de çalakî dewam dike.
Li pêşiya parlementoyê jî çelakî tê lidarxistin. Piştî meşa li Wezareta Karê Derve ya li pêşiya parlementoyê hate lidarxistin û şûnde têkildarî rewşa dawî dosyayek pêşkêş kirin.
Li Danîmarkayê çalakiyên ji bo tenduristî û ewlehiya Ocalan wê heta roja Çarşemê dewam bike.