‘Em heta ku ji Serok Apo agahiyan wergirin, em ê çalakiyên xwe bidomînin'

KCDK-E, TJK-E, Ciwanên Azad bang kir ku divê bi giyanê seferberiyê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî were derketin.

KCDK-E, TJK-E, Ciwanên Azad daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em dizanin ku her êrîşa li ser Rêber Apo fermana qirbûna Kurdan e. Bi êrîşa li ser Rêber Apo re dixwazin Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava ji nû ve dagir bikin.

Sedema bingehîn a tifaqa faşîzma AKP-MHP’ê, eniya şer a li dijî Rêber Apo ye. Mîsogeriya şoreşa rojava, serfiraziya li Reqayê û îradeya gerîlayên li Bakur şer dikin, dewleta Tirkiyeyê har û dîn kiriye û dewlet li dijî Rêber Apo êrîşan dike.

‘ÊRÎŞÎ RÊBER APO Û KERKÛKÊ DIKIN’

Faşîzma AKP-MHP’ê di şexsê Rêber Apo de dixwaze her çar parçeyê Kurdistanê dagir bike û destkeftiyan tune bike. Êrîşa li dijî Kerkûkê vê planê eşkere dike. Hêzên dagirker dixwazin di warê fîzîkî de xisarê bidin Rêber Apo û dixwazin êrîşî Kerkûkê bikin da ku bi vî awayî encaman bi dest bixin.

‘EM BI HELWESTA XWE YA NETEWEYÎ Û EXLAQÎ DI SEFERBERIYÊ DE NE’

Bi wateya ku parastina Rêber Apo tê wateya parastina Kerkûkê em li Ewrûpayê dest bi çalakiyên bêdem dikin. Li ser vî esasî em bang li gelê xwe yê li Ewrûpayê dikin ku her derê bikin cihê çalakiyan û çalakiyên heyî geştir û bilindtir bikin. Roj roja parastina Rêber Apo û parastina Kurdistan û gelê Kurd e. Beşdarbûna li van çalakiyên bêdem û bêsekin helwesteke neteweyî, exlaqî û mirovî ye.”