Kurd li her devera Ewropayê ji bo Ocalan li ser piyan e

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan seferber bûne. Çalakiyên Kurdistaniyan li gelemperiya Ewropayê belav bûne.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan seferber bûne. Çalakiyên Kurdistaniyan li gelemperiya Ewropayê belav bûne.

LÎVERPOOL

Li bajarê Lîverpool ê Îngilîstanê, Meclîsa Gelê Kurd a North West meşek organîze kir. Di çalakiyê de hat xwestin, ku heyeteke serbixwe, malbat û parêzer biçin Îmraliyê û hat gotin, "Em ji ber ewlekariya jiyana Rêberê xwe bi fikar in. Heta ku agahiyê jê bigirin, em ê çalakiyên xwe bidomînin."

NOTTÎNGHAM

Li bajarê Nottîngham ê Îngilîsatnê, Kurdistanî li navenda Civaka Demokratîk li hev civiyan û ber bi Market Sqûare ve meşiyan. Li vê derê belavokek hate xwendin, faşîzma AKP-MHP-DAIŞ'ê hate şermezarkirin û hat gotin, ji bo gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê divê Ocalan azad bibe.

RENNES

Bi sedan kesên li meydana Repûblîk a bajarê Rennes ê Fransayê li hev civiyan, bang li CPT û saziyên berpirsyar kirin ku bi erka xwe rabin û tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Ji bo çalakiya roja Înê jî banga tevlîbûnê hate kirin.

ROMA

Kurdistaniyan li ber sûrên dîrokî yên Romayê, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Çalakiyê du saetan dewam kir û êrîşên faşîstan ên dewleta Tirk li hemberî Kurdan û sîstema dîktatoriyê ya Erdogan hatin şermezarkirin.

OREBRO

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Orebro yê Swêdê dijîn, li meydana Vaghûstorgetê li hev civiyan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hildan. Bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li vir daxuyaniyek hate dayin û bal hate kişandin ser tecrîda giran a li ser Ocalan. Işaret bi nûçeyên tirsnak ên li ser tenduristiya Ocalan hate kirin û di serî de CPT ji saziyên navneteweyî hate xwestin, ku serdana Îmraliyê bikin.

BORLANGE

Ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û parêzer û malbat karibin wî bibînin, li bajarê Borlange yê Swêdê xwepêşandanek hate lidarxistin. Xwepêşandanê 2 saetan dewam kir û têkildarî tecrîdê belavok hatin belavkirin.

GOTEBORG

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Goteborgê li hev civiyan, pankarta bi nivîsa "Hûn nikarin roja me tarî bikin" vekirin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK û PKK'ê hildan û mîtîngek pêk anîn. Daxuyaniyek li vir hate dayin û hat ragihandin, ku wê li pêşberî tecrîda li ser Ocalan ti carî bê deng nemînin. Her wiha ji hikumeta Swêdê hat xwestin, ku tavilê bikeve nava liv û tevgerê.

HELSÎNBORG

Li bajarê Helsînborg ê Swêdê, têkildarî rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî hate dayin. Ji hikumeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê hate xwestin, ku ji bo agahî li ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan bê girtin, zextê li hikumeta Tirk bikin.