VIYANA
Li paytexta Avûstûrya Viyanayê Ciwanên Kurd ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li îstasyona navenda trenê çalakiya bêîteatiya sivîl lidarxistin.
Ciwanên ku li navenda gara trenê ya Viyanê kombûyîn posterên Ocalan rakirin û pankarta li ser nivîsa ‘Destê dirêjî Rêbertiya me bibe, wê were şikandin’ rakirin û seat 16:00’an dest bi çalakiyê kirin.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ hatin avêtin û ciwanan belavok belav kirin.
HELSÎNKÎ
Çalakiya Kurdistaniyên li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê jî ji şevê din ve bê nav ber didome. Kurdistaniyên ku şevê din li Balafirgeha Vatana çalakiya bêîteatiya sivîl lidarxistin îro di seatên sibê de li pêşiya Parlamentoyê çalakî lidarxistin.
Di çalakiyê de têkildarî tendirûstî û ewlehiya Ocalan dosyeyek ji bo parlamenteran hate pêşkêş kirin.