ROJANE
Hemû Nûçe
-
Kurd ji bo Ocalan ji qadan venaqetin
Kurdistanî ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her dera cîhanê di nav çalakiyan de ne. -
Miraz ê pitik ê li girtîgehê rakirin nexweşxaneyê
Miraz ê pitik ê yek salî ku li gel diya xwe Gulîstan Dîken Akbaba di girtîgehê de ye, serê xwe li betonê xist, birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. -
Pekoz: Ti rola Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn nemaye
Pisporê Rojhilata Navîn Mûstafa Pekoz destnîşan kir, ku destketiyên Kurdan ên li Rojhilata Navîn mayinde ne û got, bandoreke cidî ya AKP'ê li Rojhilata Navîn nemaye. -
Şehîdên meha Cotmehê li Stockholmê hatin bîranîn
Şervanên azadiyê yên di meha Cotmehê de di nava refên têkoşîna azadiya gelê Kurd de şehîd bûn, li paytexta Swêd Stockholmê duh êvarê hatin bîranîn. -
Goksûngûr: Em neçarin êdî rastiya Rêbertî ji Ewropayê re vebêjin
Hevseroka KCDK-E Goksûngûr diyar kir, ku divê ew rê û rêbazên berê yên çalakiyan bidin aliyekî û got, "Wezîfeya her Kurdê li Ewropayê ye, ku nêrînên Rêberê me ji Ewropiyan re vebêje." -
Rojeva Rojê
20'ê Cotmeh 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş.... -
Ozakça ji girtîgehê derket
Perwerdekar Selîm Ozakça yê ku ev 226 roj bûn di greva birçîbûnê de û îro di derbarê wî de biryara berdanê hate dayîn, ji girtîgehê bi ambûlansê derket. -
Li du navendên Swîsreyê ji bo Ocalan çalakî
Kurdistaniyên li bajarên Bîle û Aûraû yên Swîsreyê daketin qadan, daxwaza azadiya Ocalan kirin, peyama heta ku agahiyek ji Ocalan bigirin wê çalakiyên xwe dewam bikin dan. -
Di tevna civakî de kampanyaya ‘#İmralıKapılarınıDerhalAçın’!
Çalakiyên têkildarî ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê navber dewam dikin, saetên şevê di tevna civakî de starda kampanyaya ‘#İmralıKapılarınıDerhalAçın’ ‘Deriyê Îmralî bi lezgîn vekin’ destpê kir. -
Li 8 bajaran ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan çalakî
Kurdistanî û dostên wan ên li gelek bajarên Fransa û Elmanya daketin qadan, bal kişandin ser ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
Polîsê Essenê êrîşî çalakiya ji bo Ocalan kir
Polîsan êrîşî çalakiya ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Essen yê Elmanyayê kirin. -
Li Kopenhag û Londrayê çalakiyên ji bo Ocalan
Li paytexta Danîmarkayê Kopenhagê û li paytexta Ingiltere li Londrayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî didomin. -
NAV-DEM û YJK-E: Em bi rengekî xurt tevlî çalakiyan bibin
NAV-DEM û YJK-E’yê cih û rojên çalakiyên ku wê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin kirin diyar kir û banga tevlêbûna li çalakiyan kir. -
'Heta ku ji Ocalan agahî were standin em ê li qadan bin'
Li bajarên Ewropayê çalakiyên ji bo ewlehî û tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Kurdistaniyan gotin heta ku ji Ocalan agahî werin standin wê li qadan bin. -
KCDK-E: Em ê ji bo Ocalan jiyanê bidin rawestandin!
KCDK-E bang kir ku bi rengekî xurt her kes tevlî çalakiyên sibe yên ji bo Ocalan bibe. -
Partiya Êzidiyan, rizgarkirina Reqayê pîroz kir
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), rizgarkirina Reqayê pîroz kir. -
'Çeteyên DAIŞ'ê yên li Sûriyeyê têk çûn, xwe li Tirkiyeyê girtin'
Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji malpera xwe ya înternetê ragihand, ku hin serçeteyên DAIŞ'ê yên biyanî, piştî têkçûna li Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûne. -
Gelek nûçegihan hatin binçavkirin
Li Enqereyê, polîsan danê sibehê avêtin ser malan û gelek nûçegihan kirin binê çavan. -
Encamnameya 17. Civata Giştî ya KNK'ê hate eşkerekirin
KNK'ê, encamên civata xwe ya giştî ya 17. bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir. -
Li Awûstûrya, Fransa û Swîsreyê çalakî hatin lidarxistin
Li hemberî spekulasyonên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin kirin, duh jî li gelek welatên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin. -
Li Parîsê çalakiyên ji bo Ocalan
Li pênc herêmên paytexta Fransa Parîsê, ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. -
'Divê gelê Kurd hesab ji partiyên xwe nadin ber yekîtiyê bipirse'
Ji Komalayî Îslamî Saman Rabatî û Serokê PÎK'ê Hîkmet Serbilind destnîşan kirin, ku bûyerên diqewimin li ser Kurdan yekîtiyê ferz dikin û gotin, "Pêwîste gelê Kurd hesab ji wan partî û rêxistinên xwe nadin ber yekîtiyê bipirse." -
Rojeva Rojê
19'ê Cotmeh 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Li Hollanda ji bo Ocalan çalakî hate lidarxistin
Bi armanca balkişandina ser rewş, tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya televizîyona NOS a Holandayê çalakiyek hate lidarxistin -
Li Emmerîch, Montpellîer, Viyana û Zûrîhê ji bo Ocalan çalakî
Ji bo ewlehî û tendurstiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdên li Ewropayê li ser lingan in.