Endamên tevgerên Jin û Ciwanan bi CPT re civiya

Jin û Ciwanên li Strasboûrgê çalakî pêktînin, heyeta ku ji 4 kesan bi Sekreteriya Komîteya CPT re hevdîtin kir. Berpirsên CPT diyar kirin ku bi berpirsên Tirk re her tim di nava diyalogê de ne û ti daxuyaniyekê nadin.

Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkirî, didomin. Li bajarê Fransa Strasboûrgê çalakiya ku Ciwanên Azad, Jinên Ciwan ên Azad û Tevgera Jinên Kurd dayî destpê kirin didome. Di çarçoveya çalakiyê de heyeta ku ji 4 kesan pêktê bi Sekreteriya Komîteya CPT re civiya. Berpirsên CPT ragihandin ku bi berpirsên Tirk re her tim di nava diyalogê de ne û ti daxuyaniyekê têkildarî rewşê nadin.

Heyeta ku ji ciwan û jinan pêk tê di seat 15:00’an de bi Sekreteriya Komîteya CPT re civiya. Di hevdîtinê de heyeta Kurd ragihandin ku di hinek nûçeyên ku di medya civakî de têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û dostên wa bi fikarin. Daxuyaniya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hatî kirin gelê Kurd têr ne kir û agahiyek ne net girtinê jî hêrsek mezin heye.

Di hevdîtina bi sekreteriya komîteya CPT re hatî kirin de ev tişt hatin gotin: “Hevdîtina dawî ya me ya bi Tirkiyeyê re Gulana 2017’an pêk hat. Em bi berpirsan re her tim di nava diyalogê de ne. Lê ji ber qanûnan zêde tir agahî nadim we. Em ê daxwazên me bigihînin komîteyê.”

Di hevdîtinê de berdevka Komeleya Zîn a Jinan got ku heta agahiyek zelal ji Ocalan negrin wê di çalakiyan de bin û ji tiştên ku biqewimin wê ne berpisyar bin. Her wiha diyar kirin ku heta agahiyek zelal negrin wê gelê Kurd û dostên wan di çalakiyan de bin.

Endamê Ciwanên Azad jî diyar kir ku tenduristiya Ocalan ji bo gelê Kurd mijarekî hesase.

Berdevk wiha jî got: “Di demek herî kin de em daxuyaniyekî net dixwazin. Ciwanên me her roja diçe bi hêrs dibin. Ji tiştên ku biqewimin berpisyartî ne emin. Ji agahiyekî nerênî jî ne tenê hikûmeta AKP’ê , dewletên Ewropa, CPT jî berpirsyare.”