ROJANE
Hemû Nûçe
-
Êrîşên li ser Efrînê li Berlînaleyê hatin şermezarkirin
Di Festîfala Fîlm a Berlînê de Ciwanên Kurd û dostên wan li ser mehfûra sor, êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê protesto kirin. -
Ji TJK-E’yê li dijî êrîşan banga derketina kolanan
TJK-E: Di serî de bang li jinan, hemû gelê xwe yê welatparêz, demokrat araya giştî ya demokrat ên li Ewropa dijîn dikin ku di carekê de dakevin kolanan.” -
Parlementoya Hollanda, qirkirina Ermeniya nas kir
Parlementoya Hollanda, qirkirina Ermeniya nas kir. Hukûmet wê heyetekê ji bo bîranîna ku wê 24’ê Nîsanê li Êrîvanê bê lidarxistin re bişîne. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketin eli pêş... -
Di çalakiya Bilîkayê de gelek leşker û çete hatine kuştin
Şervanên YPG/YPJ’ê di encama çalakiya duh ya li dijî çeperên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li Girê Bilîka yê Racoyê de gelek leşker û çete kuştin. -
Parlamenterên Swêdî: NY divê ji bo Efrînê hewl bide
Parlementerên Swêdî Emîlîa Toyra û Eva-Lena Jansson xwest ku mudahele li êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê were kirin. Parlamenteran bang li NY’yê kirin û peyama hevgirtinê dane Efrînê. -
Hatîp Dîcle: Efrîn bi pêşbîniyên Ocalan li ber xwe dide
Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle diyar kir ku Erdogan li Efrînê gavekê jî bi pêş ve neçûye û got, "Efrîn heke ev çendî li ber xwe dide ev pêşbiniya Birêz Ocalan e." -
Li Efrînê DAÎŞ û El Nûsra fermandariyê ji artêşa Tirk re dike
Dema ku çeteyên bi navê OSO bi sedan windahî dan, endamên El Nusrayê ji Îdlîbê û yên DAÎŞ’ê jî ji Cerablûsê anîn û bi kincên OSO’yê berê wan dan eniyên şer ên li Efrînê. -
Berdevkê Pentagonê: Li Efrînê sivîl tên kuştin
Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA serdar Adrîan Galloway diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk li Efrînê sivîl dimirin. -
Ji bo şehîdê enternasyonalîst wê her Şemiyê çalakî bê lidarxistin
Ji bo şervanê enternasyonalîst Le Claînche ku li Efrînê şehîd bû hevalên wî yên têkoşînê her Şemiyê wê çalakiyan bikin. -
Şervanên YPG’ê çalakiyên li eniyan û psîkolojiya leşkeran gotin
Li ser hewldana dagirkirina Efrînê ya artêşa Tirk û çeteyên wê DAÎŞ û El Nûsra,em bi şervanekî YPG’ê re axivîn, ku li girekî gundê Bilîka yê navçeya Recoyê dimîne. -
Hevserok û rêveberên Halkevlerî hatin binçavkirin
Hevseroka Giştî ya Halkevlerî Dilşad Aktaş jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. -
BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 34'AN DE YE
Berxwedana serdemê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk di roja 34'an de. Êrîş û bomberdûmana hêzên dagirker dewam dikin. Li gelek eniyan di navbera şervanên QSD'ê û leşker û çeteyên Tirk de şer diqewime. Gelê Cizîrê jî li ser rêya Efrînê ye. -
Topên ku li Efrînê dixin di ser Deutsche Bahn re tên!
Diyar bû ku topên tangên Leopard II yên ku pê li Efrînê dixin li fabrîkaya KMW’ê ya li Kaselê têne çêkirin. -
Berxwedana Efrînê gelo gavan bi rejîmê dide avêtin?
Sedema wê yekê ku rejîma Sûriyeyê gaveke bi vî rengî biavêje, ew şer e ku ev 34 roj in bi qehremantî tê meşandin. Ji xwe Kurdan timî da zanîn ku ew dixwazin pirgirêkên xwe di çarçoveya demokratîkbûna Sûriyê de di nava sînorên Sûriyê de çareser bikin. -
Nerazîbûna li êrîşên li ser Efrînê dewam dike
Çalakiyên Kurdistaniyên li Ewropayê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dewam dikin. -
Rengîn Botan: Ala azadiyê ya gelan wê li Efrînê bi ser bikeve
Rengîn Botan: Êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê ku ji bo dagirkirina Efrînê tên kirin mehek li dû xwe hişt. Faşîzmê di nava vê mehê de nekarî tiştekî bi dest bixe. -
ROJEVA 22'Ê SIBATA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Sibata 2018'an. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketin eli pêş... -
Parlementerê berê yê HDP’ê Aktaş û 4 DBP’yî hatin girtin
Parlementerê HDP’ê yê berê Taşkin Aktaş û 4 DBP’yiyên li Mûglayê hatin girtin. -
Ji bo protestokirina zextên li girtîgehê agir bi bedena xwe xist
Girtiyê bi navê Şiyar Firat ê di Girtîgeha Karaman Ermenekê ya Tîpa M’yê de ji bo protestokirina zextên li girtîgehê agir bi bedena xwe xist. -
Qirkirina siyasî didome: Wê encamê nestînin
Parlamentera berê ya HDP’ê yê Qersê Şafak Ozanli, Hevserokê Şûbeya BES’ê Bedîrhan Çetînkaya û 3 kes hatin girtin. TJA’yê jî girtina Akat Ata şermezar kir. -
Partiya Merkel CDU: Bila Tirkiye ji Efrînê vekişe
Berdevkekî Partiya Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) a Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel xwest, Tirkiye hêzên xwe yên dagirker ji Efrînê vekişîne. -
HDP: AKP polîtîkaya qirkirina ziman û çandan dike
HDP’ê Roja Zimanê Zikmakî yê dinyayê pîroz kir, bal kişande ser hişmendiya yek reng a AKP’ê û got, ‘’Li dijî wê hişmendiya ku zimanên dêrîn ên vê xakê weke gef têne dîtin wê têkoşîna me bidome.’’ -
Parlamenta Kantona Neûchatelê: Em destekê bidin Efrînê
Parlamenta Kantona Neûchatel a Swîsreyê bang li dewleta Tirk kir ku êrîşên xwe yên li ser Efrînê tavilê rawestîne û piştgirî da Efrînê.