Parlamenterên Swêdî: NY divê ji bo Efrînê hewl bide
Parlementerên Swêdî Emîlîa Toyra û Eva-Lena Jansson xwest ku mudahele li êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê were kirin. Parlamenteran bang li NY’yê kirin û peyama hevgirtinê dane Efrînê.
Parlementerên Swêdî Emîlîa Toyra û Eva-Lena Jansson xwest ku mudahele li êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê were kirin. Parlamenteran bang li NY’yê kirin û peyama hevgirtinê dane Efrînê.
Seroka Komîsyona Parlamentê ya Partiya Karker a Demokratên Sosyal Kenneth G. Forslûn û 7 parlamenterên endamê Komîsyona Derve ya Parlamentê beriya bi çendekê bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.
Em bi Emîlîa Toyra û Eva-Lena Jansson re axivîn, ku îmzeya wan jî li ser daxuyaniyê hebû.
‘BÊDENGÎ HETÎKETÎ YE’
Toyra got Erdogan ji bo ku pergala demokratîk a ku Kurdan ava kirî ji holê rake êrîş bi ser Efrînê de biriye û got, dewlet ji bo ku ji DAÎŞ’ê xilas bibin destek dane hêzên Kurdan lê niha li bara êrîşên dewleta Tirk bêdeng in û ev hetîketî ye.
‘ŞERMEZARKIRIN TÊRÊ NAKE, DIVÊ WERE RAWESTANDIN’
Toyra got, "Neteweyên Yekbûyî (NY) divê raya xwe zelal bike û ji Tirkiyê re bibêje ku şaş e. Tenê şermezarkirin têrê nake, ji bo ku êrîşên dewleta Tirk rawestînin divê mudaheleyeke fiîlî bike. Yekîtiya Ewropa (YE) jî her wiha divê bibêje ku ew êrîşên Tirkiyê qet qebûl nakin."
Toyra got bêdengiya NY û YE tê maneya erêkirina êrîşan û got divê gelê Efrînê hîs bike ku dinyaya derve li cem wan e, ‘’Ji bilî şermezarkirinê divê ji bo rawestandina êrîşan gavên berbiçav werin avêtin.’’
Toyra got hikûmeta Swêde li gel Fransayê mijar birine NY’yê û Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom serdana xwe ya Tirkiyê betal kiriye, li dijî êrîşên ser Efrînê helwest nîşan daye û Swêde hewldanên dîplomatîk didomîne.
Toyra ji YPG-YPJ’ê û gelê Efrînê re ev peyam da: ‘’Xwe ragfirin. Cîhan dibîne bê ka çi dibe.’’
‘ÎDÎAYÊN TIRKIYÊ NE RAST IN’
Eva-Lena Jansson jî got Tirkiye bi bombekirina Efrînê rêgezên hiqûqa navdewletî binpê dike û got, "Mirovên ku ji bo xaka xwe rizgar bikin û ev bi ser xistin, şer dikin bi terorîstbûnê tawanbar dike û êrîşê dibe ser wan. Ev nayê qebûlkirin."
Jansson bi domdarî got: "Tirkiye dibêje ji wir gef lê tê xwarin lê me ti delîla vî tiştî nedîtiye. Tişta ku em dibînin mirovên bêguneh ji êrîşên Tirkiyê ziyanê dibînin."
BANGA LI NY Û YE'YÊ
Jansson got bi banga Fransayê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo ku rewşê gotûbêj bike kom bûye û got: "Lê li wir biryar nehate standin. Sedema wê ew e ku hin welat li pişt Tirkiyê ne. Divê NY û YE bi hev re êrîşên Tirkiyê şermezar bikin."
Li ser pirsa, "çima hikûmeta Swêd vekirî êrîşên Tirkiyeyê şermezar nake?" jî got: "Swêd ji bo ku bi asta NY’yê û YE’yê şermezar bike hewl dide. Wezîra Karên Derve Margot Wallstrom serdena xwe ya Tirkiyê betal kir. Endamên Komîsyona Karê Derve yên Demokratên Sosyal bi rengekî vekirî gotin êrîşên Tirkiyê li rêgêzên hiqûqê ya navdewletî nagunce. Ez jî wiha difkirim."
‘TIRKIYE GEFÊ LI AŞTIYÊ DIXWE’
Di daxuyaniya Komîsyona Karê Derve ya Parlamantoyê ya Partiya Demokratên Sosyal de, ku 7 endamên wê îmze kiribûn tê gotin, "Helwesta Tirkiyê wê rewşa mirovî ya kambax a herêmê kambaxtir bike û şer geştir bike. Êrîş gefê li derfetên aştiyê ya li Sûriyê dixwe û pergalê li cihê ku li gorî Sûriyê aram e, têk dibe."
Her wiha tê gotin bêdengiya dewletan a li bara êrîşên dewleta Tirk bêbextiya li hiqûqa navdewletî ye û pir girîng e ku welatên weke Swêd parastina hiqûqa navdewletî bikin.