HDP: AKP polîtîkaya qirkirina ziman û çandan dike
HDP’ê Roja Zimanê Zikmakî yê dinyayê pîroz kir, bal kişande ser hişmendiya yek reng a AKP’ê û got, ‘’Li dijî wê hişmendiya ku zimanên dêrîn ên vê xakê weke gef têne dîtin wê têkoşîna me bidome.’’
HDP’ê Roja Zimanê Zikmakî yê dinyayê pîroz kir, bal kişande ser hişmendiya yek reng a AKP’ê û got, ‘’Li dijî wê hişmendiya ku zimanên dêrîn ên vê xakê weke gef têne dîtin wê têkoşîna me bidome.’’
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz kir û got, ‘’Em bang li her kesî dikin yên ku li zimanê xwe xwedî derdikevin bila hurmetê ji zimanên dî re jî bigirin.’’
‘TALOKE LI SER XEBATÊN ZIMANÊ ZIKMAKÎ HEYE’
HDP’ê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser qedexe û bêparmana Kurdî ya ji perwerdehiyê û got ‘’Em li welatekî wiha dijîn ku rast îli qedexe û astengiyan tên.’’
HDP’ê got hişmendiya deshilatdariya yek reng a dewletê polîtîkaya yek zimaniyê domdar kiriye û got, ‘’Di vê dema dawî de bi rengekî vekirî pêvajoya qirkirina ziman û çandê tê jiyîn.’’
HDP’ê bal kişande zext û zordarî û astengiyên dewleta Tirk ên li ser Kurdî dike û got, ‘Bikaranîna zimanê zikmakî li saziyên fermî sûc e. Li bajarên Kurdan saziyên pir çand û zimanî, destkeftiyên ku jinan bi têkoşîna xwe bi dest ve anîn û avaniyên ku bi perspektîfa wekheviya zayendiya civakî ava kirin û kreşên ku bi zimanê zimanekî perwerde didan hatin girtin. Tabêlayên pir ziman û çandî ji hêla qeyûman ve hatin rakirin.’’
‘TÊKOŞÎNA ME WE BIDOME’
HDP’ê herî dawî bal kişande ser helwesta li dijî zimanê Kurdî ya di Meclîsa Tirk de û got 2018’an gele caran ji bo zimanê Kurdî ‘zimanê ku nayê zanîn’, ‘zimanê ku nayê fêhmkirin’ hatiye gotin û got, ‘’ ’Li dijî wê hişmendiya ku zimanên dêrîn ên vê xakê weke gef têne dîtin wê têkoşîna me bidome.''