ROJEVA 22'Ê SIBATA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Sibata 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên li darxistin wê bên şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê bên şopandin.

- Siyasetmedarê Kurd Hemo: Bila cîhan bi vê zanibe; Efrîn Kurd e, lê belê ji bo mirovahiyê şer dike. Piştgiriya ji bo Erdogan piştgiriya ji bo DAÎŞ'ê ye. Rabûna li ber Erdogan wezîfe û berpirsyariyeke dîrokî ye.

- Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê kete roja 34'an. Heta niha 176 sivîl ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin ku 27 jê zarok in, 21 jî jin in. 484 sivîl jî birîndar bûne, 60 jê zarok, 71 jî jin in.

- Pêngava Bagera Cizîrê di meha şeşan de ye. Li bajarokê Hecînê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî dijwar diqewime ku her du hêz tenê bi 300 metreyî dûrî ji hev in.