Parlamenta Kantona Neûchatelê: Em destekê bidin Efrînê

Parlamenta Kantona Neûchatel a Swîsreyê bang li dewleta Tirk kir ku êrîşên xwe yên li ser Efrînê tavilê rawestîne û piştgirî da Efrînê.

Nerazîbûna li êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Efrînê zêde dibe. Parlamenta Kantona Neûchatel a Swîsreyê di rûniştina xwe ya vê sibehê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê nirxand. Ji bo Parlamenta Federal a Swîsreyê li dijî êrîşên li ser Efrînê bikeve nava liv û tevgerê, pêşniyarname ji aliyê 15 parlamenterên ji partiyên cuda pêşkêşî Parlamenta Kantonê hate kirin û ji aliyê parlamenteran ve hate qebûlkirin.

Ji 113 parlamenterên Kantonê yên tevlî rûniştinê bûn, 98 parlamenteran ji pêşnûmeyê re gotin "erê", "14 bê alî man û yekî jî got na.

'DIVÊ ÊRÎŞ TAVILÊ RAWESTIN'

Di rûniştina parlamentê de ji dewleta Tirk hate xwestin ku tavilê êrîşên xwe yên li ser Efrînê bisekinîne û ji bo gelê Efrînê banga piştgiriyê hate kirin. Parlamenta Kantonê bal kişand ser mirina sivîlan ji ber êrîşên dewleta Tirk û destnîşan kir ku êrîşên li ser sivîlan ne yên qebûlkirinê ne.

'DIVÊ SWÎSRE BI BERPIRSYARÎ RABE'

Wekîln xwestin mafê jiyanê yê sivîlên li Efrînê bê ewlekirin û bang li Parlamenta Federal a Swîsreyê kirin ku bikeve nava liv û tevgerê. Parlamentê ji dewleta Tirk jî xwest ku dawî li êrîşên xwe bîne. Her wiha bang li Swîsreyê hate kirin ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd bi rola welatê garantor rabe.