Ji bo protestokirina zextên li girtîgehê agir bi bedena xwe xist
Girtiyê bi navê Şiyar Firat ê di Girtîgeha Karaman Ermenekê ya Tîpa M’yê de ji bo protestokirina zextên li girtîgehê agir bi bedena xwe xist.
Girtiyê bi navê Şiyar Firat ê di Girtîgeha Karaman Ermenekê ya Tîpa M’yê de ji bo protestokirina zextên li girtîgehê agir bi bedena xwe xist.
Hate hînbûn ku girtiyê bi navê Şiyar Firat ê di Girtîgeha Karaman Ermenekê ya Tîpa M’yê de ji bo protestokirina zextên li girtîgehê duh êvarî agir bi bedena xwe xistiye. Hate diyarkirin ku hevalên wî agir tefandine.
Hate diyarkirin ku tenê piyên Firat şewitiye û rewşa wî ya tendirustiyê baş e.
Derketibû holê ku li vê girtîgehê gardiyanan şîddeta fîzîkî li girtiyan kiribû û girtiyan bi rêya malbatên xwe ev tişt ji raya giştî re ragihandibûn.
Hat hînbûn ku ji ber vê bûyerê ew ê rêveberên şaxa Konyayê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) biçin girtîgehê û bi girtiyan re biaxivin.