Topên ku li Efrînê dixin di ser Deutsche Bahn re tên!

Diyar bû ku topên tangên Leopard II yên ku pê li Efrînê dixin li fabrîkaya KMW’ê ya li Kaselê têne çêkirin.

Li gorî lêkolînên ANF’ê di vê meha dawî de 15 caran top hatine barkirin û ev top ji hêla şîrketa barhilgiriyê  DB Schenker ve ya saziya rêya hesin a Elman Detusche Bahn ve gihandine Tirkiyê.

Deutsche Bahn (DB) ku ne tenê ya Elmanya şîrketa rêya hesin a herî mezin a Ewropayê ye jî, ji bilî trêna rêwiyan bi trêna barhilgiriyê jî çek û malzemeyên leşkerî hem ji artêşa Elman û hem jî welatên endamên NATO’yê re dibe.

Eyaleta Hessenê ya li Frankûrtê jî weke navenda hilberîna çekan tê zanîn. Di serî de Leopard II ya ku li vê eyaletê têne hilberandin, her cure malzemeya leşkerî jî ji hêla DB Schenker Transa ( Transa Sepdîtîon GmbH)  ve, ku saziya  DB Schenkerê ye, têne hilgirtin.

DB Transa ku navenda wê li bajarê Offenbachê ya Eyaleta Hessenê ye, bi taybetî ji bo barhilgeriya çek û malzemeyên leşkerî tê bikaranîn. Salê bi 20 hezar bar 50 milyon ton malzemeyê şer ji welatên kirîdar re dibe, partnerê herî girîng ê şîrketê jî Tirkiye ye.

TRÊNÊN BARAN JI NURNBERGÊ RADIBIN

Veberhênana DB ya li Tirkiyê bala mirov dikişîne. Li Tirkiyê piştî ku rêya hesin bû taybet  DB Schenker ku barhilgeriya şîrketê dike 2013’an di navbeyna Tirkiyê û Elmanyayê de xeteke nû ya barhilgeriyê ava kir. Di vê xetê de, ku jê re ‘Bosphorus Shuttle’ tê gotin trênên bar ku ji Nurnbergê radibin diçine heta bi Stenbol-Halkaliyê.

Li gorî lêkolînên ANF’ê ji 20’ê Çile ve, ku êrîş li dijî Efrînê dest pê kirî û hetan niha di ser DB Schenker re bi kêmanî 15 caran malzemeyên leşkerî hatine gihandin. Diyar bû ku ev malzemeyên leşkerî jî li eyaleta Hessenê hatine hilberandin.

TOP LI KASSELÊ TÊNE HILBERANDIN

Koma Partiya Çep a Eyaleta Hessenê bi raporeke bi navê ‘atlasa çekdarbûna Hessenê’ bal kişande ser fabrîkayên ku malzemeyên leşkerî çêdikin. Di raporê de ku di dest ANF’ê de ye 61 şîrketên sanayî yên çek û parastinê bi berfirehî têne vegotin. Di nav van şîrketan de hin jê ji bo firotina çekan xebatên lobiyê dikin.

Di rapora 60 rûpelî de topên tangên Leopard II, yên dewleta Tirk li dijî Efrînê bi kar tîne jî ji hêla Krauss-Maffeî-Wegmann (KMW) ve li Kaselê têne hilberandin. Li fabrîkaya KMW’ê ya li Kaselê ku bi dêwa çekan a Elman Rheînmetall re Leopard II’yan hilberînin  1400 kes dixebitin.

Li şîrketa Rheînmetallê ya Kaselê hezar kes dixebitin. Her wiha cebilxaneya ku şîrketa Frîtz Wernerê hildiberîne jî, ya li bajarê Geîsenheîmê, van çekan difiroşe artêşa Tirk. Ev fîrmaya ku yek ji mezintirîn hilberînerê çekan e li Elmanya, dema Şerê Cîhanê yê 2’yan jî jî ji bo artêşa Nazî ya ku herî pir çek hildiberand ev bû.

PARTIYA ÇEPGIR: MALZEMEYÊN VÎ ŞERÎ JI HESSENÊ DIÇIN

Li ser raporê ku bi aktîvîstên aştîxwaz ên dijberî şer re hatiye hazirkirin, parlamenterê Partiya Çepgir a Eyaleta Hessenê Jan Schalaûske bal kişande ser şerê dijî Efrînê ku dewleta Tirk li gel çeteyên xwe dike, û got,’’ Malzemeyên vî şerî ji Hessenê diçin’.  Schalauske got êrîşa li ser Efrînê li dijî hiqûqa navdewletî ye û wiha got:

 ‘’Dewleta Tirk di  vî sûcî de malzemeyên Elman bi kar tîne û ev li eyaleta Hessenê têne hilberandin. Top û çekên li Elmanya têne hilberandin li Efrînê mirovên sivîl dikujin. Ambargoya çekan ku diviya hikûmeta federal ji mêj ve li Tirkiyê bidaniya bi êrîşa ser Efrînê re bû malzemeya herî pir tê firotan.

Li dijî destûrê ye ku ev amûrên sûc li eyaleteke weke ya Hessenê têne hilberandin. Xala 69’an a destûrê ya eyaleta me bi rengekî tevlêbûna şer û şîrîkbûna li şer qedexe dike. Ji bo vê jî li gorî destûra eyaleta Hessenê divê ji bo Tirkiyê malzemeyên şer neyên hilberandin.’’