Qirkirina siyasî didome: Wê encamê nestînin
Parlamentera berê ya HDP’ê yê Qersê Şafak Ozanli, Hevserokê Şûbeya BES’ê Bedîrhan Çetînkaya û 3 kes hatin girtin. TJA’yê jî girtina Akat Ata şermezar kir.
Parlamentera berê ya HDP’ê yê Qersê Şafak Ozanli, Hevserokê Şûbeya BES’ê Bedîrhan Çetînkaya û 3 kes hatin girtin. TJA’yê jî girtina Akat Ata şermezar kir.
Di nav çarçoweya lêpirsînê de ku 19’ê Sibatê li Stenbolê dest pê kiribû, Parlamentera Berê ya HDP’ê ya Karsê Şafak Ozanli piştî ku karê li Emniyetê Stenbolê qediya şandin edliyê. Ozanli li dadgehê bi hinceta ‘propagadanya rêxistinê’ kiriye hate girtin.
AMED
Li Amedê S.Ç a 17 salî ku ji bo li bavê xwe yê nexweşê nav nivînan binere qerwaşî dikir 17’ê Sibatê hatibû binçavkirin. S.Ç hate girtin û ew birin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê.
Her wiha 12’ê Sibatê li Farqîn, Çewlik û Entalyayê 17 kes hatibûn binçavkirin. Ji van 17 kesan Afîf Durgaç û Emîn Eken bi hinceta ‘endamê rêxistinê’ ne hatin girtin.
HEVSEROKÊ SENDÎKAYÊ HATE GIRTIN
Hevserokê Sendîkaya BES’ê Bedîrhan Çetînkaya ku dema ji bo xebatên sendîkayê çûbû Enqerê û 13’ê Sibatê hatî binçavkirin û anîn Amedê bi hincta ku ‘endamê rêxistinê’ ye hate girtin.
Hevseroka sendîkayê Dîlan Yakût li djî girtina Çetînkaya helwest nîşan da û got, ‘’Em natirsin, em têk naçin.’’
TJA: BER BI 8’Ê ADARÊ VE ÊRÎŞ ZÊDE BÛN
Aktîvîsta TJA’yê û parlamentera berê Ayla Akat Ata bi hinceta lêpirsîneke ku li Erdexanê li ser vebûbû hate girtin.
TJA’yê li ser girtina Akat daxuyanî da û got, ‘’Di serî de bi yekîtiya jinan, bi yekîtiya hêzên demokrasiyê ev êrîş wê bê encam bimînin.’’
TJA’yê got di serî de li Kurdistanê, li gelek deverên Tirkiyê ber bi 8’ê Adarê ve binçavkirin û girtinên aktîvîstên jin û siyasetmedaran zêde bûne û got, ‘Di şexsê aktîvîstan TJA’yê Ayla Akat Ata de em daxwaz dikin ku hemû jinên aktîvîst aniha werin berdan. Em vê helwesta êrîşkar a li dijî têkoşîna jinan, gelan û aktîvîvstan şermezar dikin û em qebûl nakin.’’