Nerazîbûna li êrîşên li ser Efrînê dewam dike

Çalakiyên Kurdistaniyên li Ewropayê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dewam dikin.

Çalakiyên Kurdistaniyên li Ewropayê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dewam dikin.

MANNHEÎM: Li bajarê Mannheîmê yê Elmanyayê, bi pêşengiya 'Platforma Êdî Bes e' komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê hatin şermezarkirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan û dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Bijî berxwedana Efrînê" û "Bijî Serok Apo" qîriyan. Li ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê jî belavok hatin belavkirin.

STÛTTGART: Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê, nobeda ku bi pêşengiya 'Platforma Êdî Bes e' ji 20'ê Çileye ve her roj li Schlossplatzê tê girtin, ji aliyê ATÎK'ê ve dewr hate girtin. Di çalakiyê de pankartên bi zimanê Elmanî yên bi nivîsa "Çekan neşînin Tirkiyeyê, Efrînê biparêzin" û "Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye" hatin vekirin û wêneyên sivîlên di êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dst dan hatin nîşandan. Elmanên ku serdana çalakiyê kirin gotin ku ew piştgiriyê didin berxwedana Efrînê û bêdengiya siyasetmedaran şermezar kirin.

HANNOVER: Li bajarekî din ê Elmanyayê li Hannoverê, çalakiyên ji bo Efrînê bê navber dewam dikin. Meş û mîtînga ku bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve hate lidarxistin bi beşdariya gelek Kurdistanî û dostên wan pêk hat. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê NCDK a Hannoverê Cem Ozdemîr axivî û hikumeta Elman rexne kir. Ozdemîr got, "Mixabin Elmanya serê xwe li ber dewleta Tirk ditewîne" û destnîşan kir ku wê heta dawiyê li ber xwe bidin. Di dema çalakiyê de 3 kes bi bahaneya ku "dirûşmên qedexekirî" qîriyane hatin binçavkirin. Ji ber nerazîbûna gel ciwanên binçavkirî hatin berdan.

BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, Kurdistanî û dostên wan ji bo destekê bidin Berxwedana Serdemê û komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin şermezar bikin meşiyan. Çalakî li Ubahnhof Uhland Str. dest pê kir û bi sedan belavok hatin belavkirin. Ji bo çalakiya roja Yekşemê saet 15'an a li Nollendorf Platzê jî banga tevlîbûnê hate kirin.