00:12
Navê 5 welatiyên sivîl ên di encama êrîşa dewleta Tirk a li ser konvaya welatiyên sivîl ên ji herêma Cizîr û Firatê ji bo piştgirî bidin Efrîn ketibûn ser rê birîndar bibûn de, eşkere bûn.
23:48
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, li gundekî yê Efrînê gundiyê ku dest danî ser tiraktora wî bi awayekî hovane da ber guleyan.
23:04
Di bombebarana artêşa Tirk a gundê Cebel Ehlam a li ser sivîlên ji herêma Cizîr û Firatê ji bo piştgirîkirina Efrînê hatibûn de 3 sivîl şehîd bûne.
22:51
Fermandariya Giştî ya YPG’ê ya Efrîn ragihand ku artêşa Tirk a dagirker sivîlên ji Cizîr û Firatê ji bo piştgirî bidin Berxwedana Serdemê ya Efrînê ber xwe dan Efrînê kirin hedef û lêdan. Di encama êrîşê de şehîd û birînda hene.
22:12
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li ser gundê Cebel Ehlam ê koçber lê dijîn, dîsa Basûtê ya Efrîn û gundê Mêryemînê ya girêdayî navçeya Şerayê dibarîne.
21:14
artêşa Tirk a dagirker topan li taxa Eşrefiye ya Efrînê dibarîne.
20:36
Artêşa Tirk li derdorî gundê Ziyaretê êrîşî gelê ji bo piştgirî bidin Efrînê ji Cizîr, Kobanê û Reqayê ketibûn ser rê kir. Hat ragihandin ku birîndar hene.
19:38
Karasû: Eger ku rejîma Sûriye neçar ma ku leşkerên xwe bişîne Efrînê ev bi teqez bi berxwedana qehremî ya 34 rojan, berxwedana gel bûye. Li wir ciwanên Efrînê li ber xwe didin, ciwanên enternasyonalîst li ber xwe didin.”
18:51
QSD’ê encamê şerê li Efrînê û 20 rojên Bagera Cizîrê eşkere kir
18:27
Şervanên YPG/YPJ’ê di encama çalakiya duh ya li dijî çeperên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li Girê Bilîka yê Racoyê de gelek leşker û çete kuştin.
16:08
Şervanên YPG/YPJ’ê li gundê Dersîwan ê Şerayê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistin. Hate ragihandin ku gelek çete û leşker hatin kuştin.
Artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer gundên Sariya, Qetme û Şeytana yê navçeya Mabetayê bomberdûman kir.
Li derdora her sê gundan şerekî giran didome.
16:06
Di encama topbarana artêşa Tirk û çeteyê wê ya li ser navçeya Cindirês ya Efrînê de sivîlek şehîd bû, 2 sivîl jî birîndar bû.
15:47
YPG'ê dîmenê çalakiya li Racoyê weşand
YPG'ê dîmenê çalakiyekê weşand ku îro li herêma Racoyê li dijî hêzên dagirker hate lidarxistin.
15:14
14:47
14:20
14:08
Sivîlên ku di nava 34 rojan de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê kete roja 34'an. Heta niha 176 sivîl ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin ku 27 jê zarok in, 21 jî jin in. 484 sivîl jî birîndar bûne, 60 jê zarok, 71 jî jin in.
12:56
12:22
12:11
Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Mabeta barand
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja 34'an de ye. Êrîşên li ser cih û warê sivîlan zêde dibin.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Şeytana û Kurka yên navçeya Mabeta ya Efrînê barandin.
Balafirên şer hê jî li ser herêmê digerin. Der barê encama êrîşê de agahiyeke zelal bi dest neket.
Li Mabetayê Elewiyên ji Bakurê Kurdistanê dijîn ku ji zilma dewleta Tirk reviyan û xwe li vê herêmê girtin.
11:22
11:00
Di roja 34’an a Berxwedan Serdemê ya dîrokî ya Efrînê de li herêmê geşedanên germ hene. Li eniyên Raco, Cindirês û Şerayê şerekî dijwar heye. Em rewşa dawî û geşedanên li Efrînê gav bi gav didin.
09:48
09:48
09:48
09:47
09:47