Hevserok û rêveberên Halkevlerî hatin binçavkirin
Hevseroka Giştî ya Halkevlerî Dilşad Aktaş jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Hevseroka Giştî ya Halkevlerî Dilşad Aktaş jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Polîsên Tirk danê sibehê li Enqereyê avêtin ser malên endamên Halkevlerî.
Di serdegirtinê de Hevseroka Giştî ya Halkevlerî Dilşad Aktaş, endamên Halkevlerî Alî Îmam Aydogan, Gulşah Ozturk, Sedat Çakmak, Fûrkan Bîrcan, Necla Dûran, Dûrak Soyaslan û ji Kolektîfên Xwendekaran Tankût Serttaş û Meziyet Yildiz hatin binçavkirin.