Ji bo şehîdê enternasyonalîst wê her Şemiyê çalakî bê lidarxistin

Ji bo şervanê enternasyonalîst Le Claînche ku li Efrînê şehîd bû hevalên wî yên têkoşînê her Şemiyê wê çalakiyan bikin.

Şervanê enternasyonalîst Le Clanînche (Kendal Breîzh) di êrîşên dagirker ên dewleta Tirk de li Efrînê şehîd bûbû. Hevalên wî yên têkoşînê yên li rojavayê Fransayê biryar dan ku ji bo wî bê navber çalakiyê li dar bixin.

Hevalên têkoşînê yên Clanînche yên li Morlaîx ji ber ku hikûmeta Fransayê li dijî êrîşên dagirker nebûye helwesteke têrkar, li dijî biryara qedexekirina çalakiyan a Walîtiya Morlaîx helwest nîşan dan û gotin her Şemî ew ê li Meydana Moralîx Kîosque çalakiyan bikin.

Her wiha Şemiyê li bajarên Ploungonverê saet 15.00’an ji bo Kendal Breîzh wê bernameyeke bîranînê were çêkirin.