Êrîşên li ser Efrînê li Berlînaleyê hatin şermezarkirin
Di Festîfala Fîlm a Berlînê de Ciwanên Kurd û dostên wan li ser mehfûra sor, êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê protesto kirin.
Di Festîfala Fîlm a Berlînê de Ciwanên Kurd û dostên wan li ser mehfûra sor, êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê protesto kirin.
Di saet 18:00’an li Fîlm Palast a Berlînaelê di dema galaya fîlmê bi navê Muze de dema mêvan dihatin di salonê de ciwanan çalekiyek lidar xistin. Bi armanca balê bikêşin ser êrîşên Efrînê, alên YPJ û YPG’ê vekirin û cilên li ser bi nivîsa Îngîlîzî “Bêdengî=Mirin” û “Tirkiye=DAIŞ” li xwe kirin.
Çalakî dema yek ji lîstikvanên Fîlm Gael Barcîa Bernal ji wesayîta xwe paya dibû, dame bi dildarên xwe û li ber kamereyan li ber çavê her kesê pêk hat.
Ciwanan dirûşmên “Piştgiriya Navnetewî bilind bikîn” û “Panzerên Elman ji Kurdistanê derkeve!”, piştî daxuyanî hate xwendin û şûnde dawî li çalakiya xwe anîn.