Rengîn Botan: Ala azadiyê ya gelan wê li Efrînê bi ser bikeve
Rengîn Botan: Êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê ku ji bo dagirkirina Efrînê tên kirin mehek li dû xwe hişt. Faşîzmê di nava vê mehê de nekarî tiştekî bi dest bixe.
Rengîn Botan: Êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê ku ji bo dagirkirina Efrînê tên kirin mehek li dû xwe hişt. Faşîzmê di nava vê mehê de nekarî tiştekî bi dest bixe.
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Rengîn Botan êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriyê nirxand.
Di destpêka axaftina xwe de, di şexsê Avesta Xabûr û Barînan de hemû lehengên Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi bîr anî, têkoşîna destanî ya gelê Kurdistanê û şervanên leheng silav kir.
EFRÎN BI NAVÊ RÛMETA MIROVAHIYÊ BI ÎRADEYA HEMÛ MIROVAHIYÊ LI BER XWE DIDE
Rengîn Botan destnîşan kir ku faşîzma Erdogan-AKP-MHP'ê li Efrînê dixwazin qirkirina serdemê bikin û berxwedana li Efrînê ya li dijî vê yekê jî berxwedana serdemê ye. Botan got, "Li Efrînê gelê Kurd li ber xwe dide, gelên Ereb, Tirkmen, Ermenî, Asûrî-Suryanî, Elewî-Sûnî hemû gelên Sûriyeyê li ber xwe dide. Berxwedêriya jinên azad li Efrînê di asta herî bilind de ye. Efrîn bi navê rûmeta mirovahiyê bi îradeya hemû mirovahiyê li ber xwe dide. Faşîzm wê li pêşberî vê îrade û berxwedanê têk biçe. Li dijî faşîzma Erdogan-AKP-MHP'ê, têkoşîna demokasî û azadiyê ya gelê Kurd ê li Efrînê û gelên Rojhilata Navîn wê bi ser bikeve û di dîrokê de bibe xwedî cihekî bêhempa."
ÊRÎŞA LI SER EFRÎNÊ VERSIYONEKE NÛ YA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ YE
Rengîn Botan bi bîr xist ku êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê yên ji bo dagirkirina Efrînê mehek li dû xwe hiştin û bi dewamî got, "Encama ku faşîzmê di nava vê mehê de bi dest xist, tine ye. Hewldana dagirkirina Efrînê ku paralelî tecrîda derveyî mirovahiyê ya li dijî Rêber Apo ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin, eşkere ye ku versiyoneke nû ya komploya 15'ê Sibatê ye. Bi êrîşên dijî Efrînê re dixwazin destketiyên Rojava tasfiye bikin, bi pêngaveke nû ya bê Kurd hiştinê û polîtîkayên mêtingeriyê re komploya navneteweyî bi ser bixînin. Efrîn li gorî xwe weke cihekî qels dîtin û ji Efrînê dest bi hewldana xwe ya dagirkirinê kirin. Lê belê hê di gava destpêkê de gel û şervanên Efrînê bi berxwedaneke mezin ev hesabên wan têk birin."
HÊZÊN MÊTINGER DI NAVA ÇIRAVÊ DE ÇIKIYANE
Rengîn Botan diyar kir ku têkçûn rastiya yekane ye li pêşiya faşîzmê û got, "Cîhanê dît bê faşîzma AKP-MHP'ê çawa gav bi gav têk diçe. Ji bo Efrînê digotin, 'Sê rojan, hefteyekê em ê wir bi erdê re bikin yek, em ê biqedînin'. Lê belê şerê li Efrînê ev meheke bi berxwedaneke efsanewî dewam dike û hêzên mêtinger faşîst di nava çiravê de çikiyane. Ya ku li Efrînê li dijî dewleta Tirk a dagirker mêtinger li ber xwe dide, bêguman ruh û hişmendiya sîstema civakî ya demokratîk û azadîparêz e. Ev ruh rastiya azadiyê ye ku Rêber Apo ji bo gelan û jinan afirandiye. Eşkere ye ku ev êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku pişta xwe dispêre piştgiriya hêzên hegemon mêtinger, li dijî sîstem û rastiya jiyana nû ya Rêber Apo ye ku li Rojava dest pê kir û li nava gelên Rojhilata Navîn belav dibe. ev modela jiyana nû ya gelan, rastiya neteweya demokratîk û sîstema azadiya jinê ye."
HER KU BERXWEDAN GEŞ DIBE, DESTKETIYÊN AZADIYÊ JÎ MEZIN DIBIN
Rengîn Botan destnîşan kir ku bi berxwedana Efrînê re ku duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê têk bir, hemû plan serûbin kir û got, "Bi ruhê têkoşîna hevpar a jin û gelan xwedî li berxwedana Efrînê tê derketin. Ev yek derketiye asta gerdûnî. Çalakiyên Kurdan, şoreşger, demokrat, azadîparêz, gel û rêxistinên jinan ên li gelemperiya cîhanê yên ji bo destekkirina berxwedana Efrînê, hêviyeke mezin afirandiye. Lewma berxwedana Efrînê bi ser ketiye. Her ku berxwedan geş dibe, destketiyên azadiyê jî mezin dibin."
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Rengîn Botan da xuyakirin ku artêş Tirk têk çûye, ev rezaleta wê ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê dîtin û wiha dewam kir: "Heta ku li ser axa Kurdistanê Arîn Mîrkan, Avesta, Barîn, Gelhat hebin, ti şensê serketinê yê êrîşên dagirkerî û qirkirinê nîne. Heta ku berxwedêriya jinên azad û ciwanên Kurd hebe, wê li ser vê axê cih ji zîhniyeta faşîst a qirker re tine be."
Di dawiya axaftina xwe de Rengîn Botan çalakiyên li Başûr, Rojava, Rojhilat, Bakur, Şengalê û li geleperiya cîhanê ji bo xwedîderketina li berxwedana Efrînê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin silav kir û bi gotina, "Serxistina vê berxwedanê bi xurtkirina têkoşînê dibe" banga geşkirina çalakiyan kir.