Parlementerê berê yê HDP’ê Aktaş û 4 DBP’yî hatin girtin

Parlementerê HDP’ê yê berê Taşkin Aktaş û 4 DBP’yiyên li Mûglayê hatin girtin.

Dewleta Tirk li dijî Kurdan operasyona qirkirina siyasî didomîne.

ENQERE

Parlementerê HDP’ê yê berê yê Ardahanê û Endamê Meclîsa Partiyê Dr. Taşkin Aktaş hate girtin.

Aktaş ji ber ku di şîna Kamber Morkoç de axiviye yê ku di 12’ê Tîrmeha 2015’an de leşkeran gule barandibû, têkildarî Aktaş lêpirsîn hatibû destpêkirin.

Duşema borî Aktaş li Enqereyê hatibû binçavkirin û îro jî bi îddîaya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ hate girtin.

MÛGLA

Li navçeya Marmarîsê ya Mûglayê di 19’ê Şûbatê de 7 endamên DBP’ê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn berdan. Ji ber îtîraza dozger 4 endamên DBP’ê yên ku hatibûn berdan, dîsa hatin binçavkirin û girtin.

Ev kes hatin girtin: Rêveberê Navçeya DBP’ê yê Marmarîsê Omer Vergîlî, endamên DBP’ê Arîf Çelîk, Mehmet Salîh Donat û Mehmet Şîmşek.