Partiya Merkel CDU: Bila Tirkiye ji Efrînê vekişe
Berdevkekî Partiya Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) a Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel xwest, Tirkiye hêzên xwe yên dagirker ji Efrînê vekişîne.
Berdevkekî Partiya Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) a Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel xwest, Tirkiye hêzên xwe yên dagirker ji Efrînê vekişîne.
Berdevkê polîtîka derve ya CDU Jurgen Hardt ji radyoya Deûtschlandfûnk re axivî û got, "Bi dîtina min, operasyon bê pîvan e."
Hardt wiha dewam kir: "Bi ya min, divê hikumeta Tirk vê operasyonê bi lez û bez biqedîne û giraniyê bide ser kontrola sînorê xwe yê bi Sûriyeyê re."
Rayedarê CDU diyar kir ku Konseya Atlantîk a Bakur (NAC) ku organa herî bilind a biryardanê ya NATO'yê ye, li dijî Tirkiyeyê vê helwestê bipejirîne.
Hardt anî ziman ku Tirkiye hê bi Sûriyeyê re neketiye şer, lê belê xeterî heye ku bikeve nava şerê li Sûriyeyê. Hardt destnîşan kir ku ev yek wê ji bo Tirkiyeyê xetere be.
Hikumeta Merkel, demeke dirêj e bi Tirkiyeyê re xwedî têkiliyeke germ û hevkariyê ye, lewma dibe hedefa nerazîbûnan. Bikaranîna panzerên Elman li Efrînê li dijî sivîlan, êrîşên hikumeta hikumeta Elman ên li ser Kurdan timî di rojevê de ye.