Berxwedana Efrînê gelo gavan bi rejîmê dide avêtin?

Sedema wê yekê ku rejîma Sûriyeyê gaveke bi vî rengî biavêje, ew şer e ku ev 34 roj in bi qehremantî tê meşandin. Ji xwe Kurdan timî da zanîn ku ew dixwazin pirgirêkên xwe di çarçoveya demokratîkbûna Sûriyê de di nava sînorên Sûriyê de çareser bikin.

Di ser êrişa li dijî Efrînê re 34 roj derbas bûn. Wanên ku îdîa dikir ew ê di nava 3 saetan, 3 rojan de Efrînê bi dest bixin, nikarîbûn ji çend gund û girên li ser sînor bibihurin. Bi bombekirina bi balafiran û topan ji sînor çend kîlometreyan bihurîn ne serketine; li cihê xwe gav avêtine, av kolane. Niha dewleta Tirk, bombe û roketên ku DYA´yê bi salan avêtin Viyetnamê di nava mehekê de avêtin Efrînê. Gund, navçe, erd, zevî, baxçe, daristan û çiya bê navber tên bombekirin. Nema ku stokên wê yên bombeyan xelas bibe. Li aliyekî hewl dide cebilxaneyê ji derve bikire, li aliyê din fabrîkayên sîlehan 24 saetan dixebitin. Di vê astê de bombekirin hebe û tenê sînor derbas bikin, ev ne serketin e, ev bibinketin e.

Halê hazir tevahiya dinyayê bi heyranî li berxwedana Efrînê temaşe dike. Artêşa duyem a mezin a NATO´yê bi tevahiya hêza xwe êrişê dibe bajarekî nîvê Hatayê, nîvê Dîlokê mezin, lê ti encamê bi dest naîne; ma gelo biserneketineke ji vê mezintir heye? Ji niha ve hatiye fêmkirin ku Efrîn wê ji bo desthilatdariya AKP-MHP´ê bibe avzêmeke teqinînê. Lê belê ji ber ku tifaqa AKP-MHP´ê vê bibinketinê weke jidestdana desthilatdariya xwe dibînin û ji ber vê yekê jî wê vê macerayê bi israr dewam bikin û di avzêmê de bixeniqin. Ew ê wendahiya herî mezin a dîraoka Tirkiyeyê bê bidin kirin. Tevî ku bi girtina hin deveran li ser û çêkirina herêmeke tampon a teng dixwazin xwe ji nava vî karî xilas bikin jî, ew ê ji vê avzêmê xilas nebin.

Ne tenê Tirkiyeyê, Rûsyaya ku destûr dayî vê dagirkeriyê jî bawer dikir ku artêşa Tirk û çeteyên wê herî dereng di nava hefteyekê de hukmê xwe li ser Efrînê bikin. Rejîma heyî ya Sûriyê û gelek hêzên din jî li bendê bûn ku Efrîn di demeke kurt de bikeve. Lê ev neqewimî. Gelek hesab xira bûn. Rejîma Sûriyeyê, dema ku gelê Efrînê li ber xwe dida, beramberî dagirkeriyake wan erdên ku dibêje yên min in, wê rewabûna xwe bi temamî ji dest bida. Wê dît, heger li vê berxedana bi berdêlên giran tê meşandin tenê temaşe bike, wê careke din nikaribe bi Kurdan re peywendiyê deyne. Ji ber vê yekê, ji bo rewabûna desthilatdariya xwe mecbûrî dît ku biçe ser sînorê Efrînê ku weke mekanê hukumraniya erka xwe ya siyasî dibîne. Ev demeke di navbera Hêzên Berxwedana Efrînê û hêzên rejîmê de hevdîtin hebûn. Ji bo ku nîşan bide ku êrişên li dijî Efrînê yên dagirkeriyê ne, eskerên rejîmê li ser xeta sînor wê bihatana bicihkirin. Herçî avahiya siyasî û îdarî ya Efrînê bû, weke heta niha wê di destê meclîsa bajêr û rêveberiyên ji nava vê meclîsê derkletî de be.

Weha diyar e ku Hêzên Berxwedana Efrînê û rejîma Sûriyê hatine ber lihevhatinê ku nûçeyên bicihkirina eskerên Sûriyê li ser sînor, dest pê kirin, belav bûn. Tirkiyeyê nerazîbûn nîşanî vê da bi gotinên "Em qebûl nakin eskerên Sûriyeyê bên", eşkere nîşan da ku hêzeke dagirker e. Rejîma Sûriyê bi îradeya şandina eskeran a ser sînor peyama, Efrîn parçeyekî Sûriyê ye, bi Kurdan re pirsgirêkên me hene, em ê van pirsgirêkan bi diyalogê di navbera xwe de çareser bikin. Ji bo rewşê bi vî rengî, heger du aliyên li hev nakin, li hev bikin hingê ya ku dibe para aliyê sêyem ew e ku mirov jê re bibêje, te xwar. Heger nûçeyên li ser sînor bicihkirina eskerên Sûriyê rast bin, rewşa Tirkiyeyê wê bibe ev.

Bêguman, sedema wê yekê ku rejîma Sûriyê gaveke bi vî rengî biavêje, ew şer e ku ev 34 roj in bi qehremantî tê meşandin. Ji xwe Kurdan timî da zanîn ku ew dixwazin pirgirêkên xwe bi çarçoveya demokratîkbûna Sûriyê de di nava sînorên Sûriyê de çareser bikin. Wan timî xwe wek parçeyek ji Sûriyê dît. Heta wan îşaret pê dikir ku ew çimento û misogeriya yekîtiya Sûriyê ne. Ji ber vê yekê hatina ser sînor a eskerên dewleta Sûriyê, ne bi wê maneyê ye ku Efrîniyan, Rojavayiyan û Bakurê Sûriyayiyan dev ji demokrasiyê berdabe. Jixwe, eskerê Sûriyê biçe ser sînor jî Efrînê wê birêveberiya Efrînê dewam bikin. Ew ê demokrasiya xwe ya cihî û xweseriya xwe biparêzin. Fermîbûna statuya wan jî wê di encama bazarên bi rejîma Sûriyeyê re pêk were. Ji ber vê yekê, bicihbûna eskeran li ser sînor, ne rewşek e ku nakok be bi xwêdîbûna li xwerêveberiyê re ya ku xwe disipêre esasê pêkanîna şoreşa demokratîk. Berevajî, ev ê bibe îfadeya herî şênber a wê yekê ku dixwaze pirsgirêk di nava sînorên Sûriyê de bên çareserkirin.

Rejîm bi xwe, dema ku Efrîn tê dagirkirin, gelê Efrînê li ber xwe dide, heger tenê temaşe bikira, hingê ew ê bixwe bibûya cudaker, û îdîayên xwe yên heq ên li ser Efrînê ji dest bidaya. Jixwe, desthilatdariya AKP-MHP´ê dema ku got, ez ê bikevim Efrînê û penaberan lê bi cih bikim, eşkere da zanîn ku ew ê çeteyên ji Helebê vekişiyayî li efrînê bi cih bike. Tê zanîn ku gelek çeteyên nihan şer bi wan tê kirin, ji wargehên li Tirkiyeyê hatine berhevkirin. Teslîmkirina Efrînê ji bo van çeteyan wê bibûya parçebûna Sûriyê. Tirkiyeyê wê ev dagirkerî li dijî rejîmê veguheranda unsûrele gefxwarin û şantajê. Rejîmê ev dît, tercîh kir ku bi Hêzên Gel ên Efrînê re li hev bê û li hev bike. Helbet ev ne lihevhatine siyasî û îdarî ye. Lê belê, eşkere ye ku wê ji bo lihevhatineke siyasî û îdarî jî zemînekî biafirîne.

Bi her halî, wê di navbera Kurdan û rejîma Sûriyê de mutabeqatek çêkir. Lê belê Tirkiye dixwaze tawîzên nû bide Rûsyayê da ku pêşiyê li pratîkbûna vê mutabeqatê bigire. Tirkiye çi qasî asteng bike jî, êdî zehmet e ku tevgera dagirkeriyê mîna berê bimeşîne. Heta wê zehmet be ku hin gund û girên kontrolkirî yên li ser sînor jî di destê xwe de bigire.

Bi wê yekê ku qebûl kir eskerên rejîmê li ser sînor bi cih bibin, Kurdan dawî li derew û demagojiya "Tirkiyeyê parçe dikin" jî anî. Rejîmê jî di pratîkê de qebûl dike ku pirsgirêkên xwe yên bi Kurdan re li ser esasê demokratîk bi lihevkirin û lihevhatinê çareser bike. Bêguman, rejîm hîna bi tevahî negihiştiye wê zêhniyetê ku pirsgirêka Kurd li ser esasê demokrastîk çareser bike. Lê belê, lêgerîna lihevhatin û lihevkirina bi Kurdan re  nîşan dide ku ew ketiye nav guhertineke zêhniyet û siyasetê. Li Efrînê heger li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê helwêsteke hevpar bê nîşandan, zemînekî xurt wê ji bo vê lihevkirin û lihevhatinê bê çêkirin. Heta ev ê bike ku rejîma Sûriyê ya ku israr dike neguhere jî biguhere, bike ku ji bêgaviya di navê de xilas bibe. Desthilatdariya siyasî ya ku ji pal û pişteke moral-exlaqî qut ketî nava krîz û hilweşînê, li ser esasê peywendiya bi Kurdan re danî wê karibe nirxê exlaqî û îtîbarê bi dest bixe û xwe li ser esasê demokratîk heyî bike. Lê belê, Sûriye, Rûsya û Îran bi hev re yek îrade ne. Têrê nake ku rejîm bi tena serê xwe helwêstekê nîşan bide. Dem wê nîşanî me bide ka gelo Rûsya jî wê îradeyeke bi vî rengî deyne holê yan daneyne holê, ka mutabeqata pêk hatî wê di pratîkê de pêk bê yan na.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA