ROJANE
Hemû Nûçe
-
Salih Muslim: Bi ser neketin!
Hevserokê Berê yê PYD’ê Salih Muslim piştî ku li Çekya hate berdan, dewleta Tirk destnîşan kir û got, ‘’Bi ser neketin’. -
Fermandarê dagirker mikur hat: Fîşekek jî ji Efrînê neteqiya!
Korgeneral Îsmaîl Metîn Temel ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê bi rê ve dibe li xwe mikur hat ku di şerê heft salan ê Sûriyeyê de, ji Efrînê fîşekek jî li dijî wan nehatiye teqandin. -
Sûcdariyên Tirkiyê yên li ser Mislim bersiv ji xwe re nedîtin
Sûcdariyên dewleta Tirk ên derbarê hevserokê berê yê PYD’ê Salim Mislim li daraza Çekya bersiv ji bo xwe nedît. Mislim bêyî ti şertî hate berdan. -
Bûrcû Çelîk nehate berdan
Parlamentera HPD’ê Bûrcû Çelîk ku biryara cezayê girtîgehê ji aliyê Dadgeha Edliyeya Herêma Erziromê ve hatibû betalkirin, di derbarê Çelîk te biryara domandina girtinê hate dayîn. -
Hêzên Tirk ên dagirker bombeyan li gundê Omera dibarînin
Balafirên şer ên Tirk û topxaneyên wan bombeyan li gundê Omera yê navçeya Şera ya Efrînê dibarînin. -
Temellî: Em ê dîsa benda hilbijartinê hilweşînin!
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku artêşa Tirk bi hemû hêza xwe êrîşî Efrînê dike û li wê derê sîvîl tên qetilkirin. Temellî qala hilbijartinê jî kir û got, “Em ê her bendê hilweşînin.” -
Dewleta Tirk li Cindirêsê 2 sivîlên din jî qetîl kir
Hêzên Tirk ên dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrînê carek din sivîl kirin hedef û 2 sivîlên din jî qetil kir. -
Salih Muslim hate berdan-NÛ BÛ
Hevserokê berê yê PYD'ê Salih Muslim hate berdan.. -
Nakî: Ê ku mirov be wê destekê bide gelê Efrînê
Lîsikvanê berê yê Amedsporê Denîz Nakî got Kurdistanî û çi kesê ku dibêje ‘ez mirov im’ divê li berxwedana Efrînê xwedî derkevin. -
BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 39'AN DE YE
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe li Efrînê êrîşî sivîlan dike. Duh li Cindirêsê 5 sivîl hatin kuştin. Li gelek eniyan jî di navbera şervanên YPG/YPJ û hêzên dagirker de şer diqewime. Hûn dikarin rewşa dawî bi rêya bloga me ya zindî bişopînin. -
Onder: Heta ku Ocalan nekeve dewrê ew ê kaos bidome
Parlementerê HDP’ê û Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder diyar kir heta ku Ocalan nekeve dewrê ew ê kaos bi dawî nebe. -
Şivanekî Efrînî revandin û gotin 'Me PKK'yî girtin'
Artêşa Tirk ku salên 90'î gundiyên Kurd dikuşt û digot "PKK'yiyan ew kuştine", li Efrînê bavê 5 zarokan Mihemed Kemal Horo revand û îdîa kir ku PKK'yî hatiye girtin. Malbata Horo ji ANF'ê re axivî û got ku zarokê wan şivantî dikir û hate revandin. -
'Hevdîtinên ji bo kêmkirina şerê li Efrînê dewam dikin'
Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) ragihand ku ew bi Tirkiyeyê re li ser alternatîfên ji bo kêmkirina şerê li Efrînê dixebitin û got, ji bo Sûriyeyê ew alîgirê çareseriya siyasî ne. -
Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo Efrînê û Muslim daketin qadan
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, binçavkirina Hevserokê berê yê PYD'ê Salih Muslim bi rengekî ne hiqûqî û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê şermezar kirin. -
Di doza siyasetmedarê Kurd de Sariyildiz qala sûcên AKP'ê kir
Di doza endamê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Oldenbûrgê Yûnûs Ogûr de ku di çarçoveya qanûna 129/b de tê darizandin, rûniştina heftan pêk hat. Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz ji heyeta dadgehê re qala sûcên rejîma AKP'ê kir. -
Polîsên Munchenê li ser ala YPG'ê daxuyaniyeke sosret da
Polîsên Elman: Saziyên medyayê dikarin alê biweşînin, lê belê nabe ku saziyên medya civakî biweşînin. -
Dîe Lînke: Çekya ji bo alîkariyê bide Tirkiyeyê karên nebaş dike
Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) daxuyaniyek da û binçavkirina Salih Muslim li Çekyayê bi daxwaza Tirkiyeyê şermezar kir. Partiya Çep rexne li rêveberiya Çekya kir ku xizmetê ji Tirkiyeyê re dike. -
Fercwend xelata xwe diyarî Efrînê kir
Derhêner û wênevanê ji Rojhilatê Kurdistanê Cemşîd Fercwend, xelata xwe diyarî berxwedana Efrînê kir. -
ROJEVA 27'Ê SIBATA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Sibata 2018'an. -
Bi dehan parlemeterên Ewropayê ji bo Muslim bang li hikûmeta Çekyayê kirin
Belavoka hevpara a bang li hikûmeta Çekya ya ku divê bi lezgîn Hevserokê Berê yê PYD’ê û Rêveberê Têkiliyên Karê Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslim bê berdan ku hatibû amadekirin, di nava demeke kurt a 24 saetan de 74 parlemeteran îmze kir. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî? Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Li 3 navendan ji bo Efrîn û Muslim çalakî hate lidarxistin
Li Stockholm, Oberhaûsen û Bernê binçavkirina Hevserokê berê yê PYD’ê û endamê komîteya Têkiliyên Derve yê TEV-DEM’ê Salih Muslim ji aliyê Çekyayê ve, protestokirin. -
KCDK-E: Heta Salih Muslim bê berdan em di çalakiyan de ne!
KCDK-E, bal kişand ku girtina Salih Muslim re tê wateya destekkirina DAIŞ’ê û got: “Divê sibe her kes dakeve qadan û di nava çalakiyan de be.” -
Kurdistaniyan binçavkirina Muslim bi çalakiyan protesto kirin
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn binçavkirina Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim ya li paytexta Çekya Pragê protesto dikin. -
Macron: Divê agirbest li Efrînê jî bikeve meriyetê
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron bi rêya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Tirk Erdogan re axivî û jê xwest ku biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li Efrînê jî bi cih bîne.