Berdevkê Pentagonê: Li Efrînê sivîl tên kuştin

Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA serdar Adrîan Galloway diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk li Efrînê sivîl dimirin.

Li gorî radyoya Dengê Amerîkayê Galloway bersiv da pirsên televîzyona El Hûrra. Galloway li ser gefa Tirkiyeyê ya êrîşa li dijî Minbicê got, "Naxwazim ku di vê rewşê de li ser gengaziyan spekulasyonê bikim."

MINBIC DIKARE XWE BIPARÊZE

Galloway got, "Ewlekariya Minbicê di destê hêzên wê derê de ye. Ev hêz jî ji pêkhateyên wir ava bûne. Ereb, Kurd û yên din hene ku ji bo parastina civaka xwe xwe perwerde kirine."

Galloway diyar kir, êrîşa li ser Efrînê berê şerê li dijî DAÎŞ'ê ber bi aliyekî din ve biriye û wiha dewam kir: "Hêzên ku li Efrînê operasyonê dikin, çi Kurd, çi hevalbendê NATO'yê Tirk, ya jî hêzên rejîmê, bala şerê li dijî rejîmê ku 'şerekî girîngtir e' ber bi cihekî din ve birin."

Galloway ji hemû aliyan xwest ku li meseleya bingehîn, yanî li meseleya têkbirina DAÎŞ'ê vegerin û got, ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi rengê ku gumanên ewlekariyê yên Tirkiyeyê ji holê rakin, dîplomat bi xurtî dixebitin.

Galloway di dewama axaftina xwe de diyar kir ku di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de ew bi hevkarên xwe yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk re bi taybetî li geliyê Çemê Firatê ji nêz ve dixebitin.

Galloway da xuyakirin ku ew destekê nadin hêzên Kurd ên li Efrînê û got, "Lê belê, em di wê baweriyê de ne ku bûyerên niha li Efrînê diqewimin dikarin bala li ser têkoşîna dijî gefa DAÎŞ'ê belav bike."

LI EFRÎNÊ SIVÎL TÊN KUŞTIN

Galloway destnîşan kir ku li Efrînê sivîl tên kuştin û got, "Niha rewşeke welê heye ku sivîl dimirin û mirov ji ber şîdetê nikarin li malên xwe vegerin. Lewma ya girîng e ew ku alozî bê kêmkirin. Ji bo kêmkirina aloziyê û çareserkirina pirsgirêkê bi rengê ku fikarên hevalbendên me yên Tirk jî ji holê rake, em ê destekê bidin hevkarên xwe yên li Wezareta Karên Derve ku di vî warî de dixebitin. Di vê navberê de em ê şerê xwe yê li dijî DAÎŞ'ê jî bidomînin ku gefa sereke ya li herêmê ye."

Galloway got, "Her kêliya ku şerê DAÎŞ'ê nayê kirin, dibe sedem ku ew xwe ji nû ve komî ser hev bikin û şervanên nû tevlî nava xwe bikin" û axaftina xwe wiha qedand: "Lewma divê em bi lez û bez vê mijarê çareser bikin. Divê em şîdeta li Efrînê daxînin. Bi vî rengî em ê karibin li têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê û rêxistinên din ên terorê yên li Sûriyeyê vegerin."