Li Efrînê DAÎŞ û El Nûsra fermandariyê ji artêşa Tirk re dike

Dema ku çeteyên bi navê OSO bi sedan windahî dan, endamên El Nusrayê ji Îdlîbê û yên DAÎŞ’ê jî ji Cerablûsê anîn û bi kincên OSO’yê berê wan dan eniyên şer ên li Efrînê.

Li sê aliyên Efrînê şer heye û 34 roj in dagirkeriya dewleta Tirk didome.  Min gelek gundên Raco, Bilbilê, Şera û Cindirêsê û ev derên hanê dît. Li herêmên şer min şahidiya berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê kir.

Dema ku min berxwedana şervan û gelê Efrînê dît, min psîkolojiya leşkerên dagirker jî meraq dikir. Her çiqas çapemeniya Tirkiyeyê operasyon û mîlîtarîzmê bi dîmenên ‘şîrîn’ derxe pêş jî, rewşa leşkerên li eniyan hîç ne wisa ye.

Dihat diyarkirin ku li eniyên şer ên Efrînê emîrên El Nusra û DAÎŞ’ê fermandarî û koordîneya leşkerên Tirk dike. Min ev tişt ji şervanên YPG û YPJ’ê yên li eniyên şer pirsî. Encamên balkêş derketin holê. Artêşa Tirk a dagirker di 20’ê Çileyê de tevî komên bi navê OSO dest bi operasyona dagirker kiribû. Dema ku çeteyên bi navê OSO bi sedan windahî dan, endamên El Nusrayê ji Îdlîbê û yên DAÎŞ’ê jî ji Cerablûsê anîn û bi kincên OSO’yê berê wan dan eniyên şer ên li Efrînê. Ji van çeteyan re hatiye gotin ku wê ji bo dewleta Tirkiyeyê tevbigerin lê mafê fermandariya li eniyê ew ê di destê wan de be. Dema ku leşkerên Tirk di demeke kurt de negihiştin armanca xwe, di warê psîkolojîk de têk çûn. Artêşa Tirk jî bi vê wesîleyê leşkerên xwe dixe bin fermanên çeteyên DAÎŞ û El Nusrayê.

Dema ku min ev tişt ji kesên li herêmê pirsîn wan jî gotin ku, “Tu çima şaş dibî. Artêşa Tirk a dagirker li Îdlîbê cihên çavdêriyê ava dike. El Nusra li Îdlîbê desthilatdar e. Çeteyên El Nusrayê ewlekariya konvoya Tirkiyeyê dikir a ku diçû Îdlîbê. Têkiliya Tirkiye û El Nusrayê hevdu xurt dike, berjewendiyên herdu aliyan bi hev re hene.”

Dema ku artêşa Tirk a dagirker têk çû ji emîrên DAÎŞ’ê alîkarî xwestine yên ku li Cerablûs-Ezazê girtî ne. Emîrên El Nusra û DAÎŞ’ê diyar kirine ku li eniyên şer ew ê fermandariyê bikin û li wan cihan ew ê pergala xwe ava bikin. A niha fermandariya artêşa Tirk a dagirker ne Serokkomar Erdogan û Serokê Giştî yên Artêşa Tirk Org. Hûlûsî Akar û fermandarên din e. Leşkerên artêşa Tirk a niha di bin fermandariya çeteyan de ye.

Jin serbazên kemalîst û laîkperest jî, ji ber ku nikarin vê rewşê yekser bibêjin hewara xwe gihandine Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû. Kiliçdaroglû jî dibêje “Em piştgiriya operasyona Efrînê dikin lê bila dirêj neajo. Bila bi rejîma Sûriyeyê re hevdîtin were kirin.” Lê encam ne wisa ye. Artêşa Tirk li Efrînê ketiye tora çeteyan.