Ji TJK-E’yê li dijî êrîşan banga derketina kolanan

TJK-E: Di serî de bang li jinan, hemû gelê xwe yê welatparêz, demokrat araya giştî ya demokrat ên li Ewropa dijîn dikin ku di carekê de dakevin kolanan.”

TJK-E ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li Efrînê ku sivîlan qetil dike û birîndar dike banga daketina kolanan kir wiha got: “Di serî de bang li jinan, hemû gelê xwe yê welatparêz, demokrat araya giştî ya demokrat ên li Ewropa dijîn dikin ku di carekê de dakevin kolanan.”

Di daxuyaniya nivîskî ya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) hate dayîn de ev tişt hate gotin:

“Em êrîşa dewleta Tirk a mêtînger a li ser welatiyên sivîl ên ji herêmên Cizîr û Firatê yên Bakurê Sûriye ji bo piştgirîkirina Berxwedana Serdemê ya Efrînê bikin ku ketibûn ser rê bi tundî şermezar û lenet dikin. Li dijî van êrîşên hovane bang li hemû sazî û dezgehên mafê mirovan dikin ku bi erka xwe rabin. Di serî de bang li jinan, hemû gelê xwe yê welatparêz, demokrat araya giştî ya demokrat ên li Ewropa dijîn dikin ku di carekê de dakevin kolanan.”