BI DÎMEN

'Divê em xwepêşandanan li dijî dagirkeriyê bikin'

Dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker berdewam e. Endam û alîgirên Partiya Komunîst a Kurdistanê li ser vê rewşê fikarên xwe anîn ziman û gotin: "Dewleta Tirk xwedî zihniyeteke dagirker e û çavê wê li her derê cîhanê ye da ku dagir bike."

Dagirkeriya dewleta Tirk berdewam e û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û rêxistinên mafên mirovan li hember dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng in. Der barê dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de, Rêveberê Navenda Partiya Komunîst a Germiyanê Fazil Ehmed Mihemed û rojnamevan Hoşyar Ebdulezîz ji ANF’yê re axivîn.

'ZIHNIYETEKE DESTHILATDARIYA TIRK A QIRKER Û DAGIRKER HEYE'

Fazil Ehmed behsa wê yekê kir ku dewleta Tirk çavê wê li dagirkirina axa welatên din û bi taybetî axa başûrê Kurdistanê ye û got: "Ji bo wan operasyonên dewleta Tirk ên li ser Herêma Kurdistanê tu hincetek tune ye û nerewa û nemirovane ne. Hebûna PKK’ê ne hincet e ji bo operasyon û dagirkirina Herêma Kurdistanê. Zihniyeta dewleta Tirk bi xwe dagirker e. Li cem hinekan PKK bûye hincet ji bo hatina dewleta Tirk bo nav axa Kurdistanê, lê li Başîqayê PKK tune ye û dewleta Tirk bingeh û baregehên xwe danîne, ya rast ew e ku dewleta Tirk bi xwe dagirker û xerabker e."

'DIVÊ EM XWEPÊŞANDANAN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BIKIN'

Di berdewamiya axaftina xwe de Fazil Ehmed da xuyakirin ku divê gelê Kurd yekgirtî be û got: "Partiya Komînîst a Kurdistanê tu carî aliyê niştimanperweriyê bernedaye û her dem tekezî li ser yekrêzî û lihevhatina aliyên Kurdî kiriye. Ji bo parastina axa Kurdistanê pêwîst e çalakî û xwepêşandan li dijî van dagirkeriyên dewleta Tirk werin kirin."

Di dawiya axaftina xwe de Fazil Ehmed ev tişt anîn ziman: "Pêwîst e gelê Kurd hişyar be. Niha em di qonaxeke hestyar de ne û hemû civak divê xwe berpirsyar bibîne û li dijî dagirkeriyê bertekan nîşan bide."

Rojnameger Hoşyar Ebdulezîz amaje bi nebûna yekîtiyê kir û da xuyakirin ku ev yek dibe sedema dagirkeriya dewleta Tirk û got: "Parçebûna Herêma Kurdistanê bûye sedem ku dagirker di nav axa Herêma Kurdistanê de operasyonên dagirkeriyê bikin. Ji bo ku em rê li ber hatina her hêzeke dagirker bigirin, divê berî her tiştî aliyên Kurdistanê bi hev re bin.”

'HATINA TIRKIYEYÊ BÊ AGAHDARIYA IRAQ Û HERÊMA KURDISTANÊ NÎNE'

Her wiha Hoşyar Ebdulezîz amaje bi wê yekê kir ku hebûna PKK’ê tenê hincet e û armanca dewleta Tirk dagirkirina axa başûrê Kurdistanê ye û wiha domand: "Ez bawer nakim ku hatina Tirkiyeyê bê agahdariya Iraq û Herêma Kurdistanê be. Peymana li ser çi hatibe kirin bila hatibe kirin,  metirsî û ziyana wê ji bo Herêma Kurdistanê ye."

Di dawiya axaftina xwe de Hoşyar Ebdulezîz bang li aliyên siyasî û gel kir û got: "Pêwîst e aliyên siyasî û rojnamevan, çalakvan li dijî her cure operasyon û dagirkeriyê bin ku li ser axa Kurdistanê tên kirin."