Li Çiyayê Bagokê êrîşa dagirkeriyê destpê kir
Dewleta Tirk a dagirker li bejahiya Çiyayê Bagokê operasyon da destpêkirin.
Dewleta Tirk a dagirker li bejahiya Çiyayê Bagokê operasyon da destpêkirin.
Leşkerên Tirk li bejahiya çiyayê Bagokê ya navçeya Nisebînê ya Mêrdînê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê ku li qada navbera taxên Marîne û Girêmîra hatiye destpêkirin de, gelek wesayiyên zirxî yên leşkerî û tîmên tevgera taybet a cendirmeyê sewqî herêmê hat kirin.
Li herêmê tevgera leşkerî dewam dike.