BI DÎMEN

Dîmenê çalakiya li Amediyê

Dîmenê çalakiya li derdora gundê Kanê yê Amediyê hate weşandin, ku ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo ve li hemberî qemyoneke ji alavên leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker hate lidarxistin.

DÎMENÊ ÇALAKIYÊ

Fermandariya Yekîtiya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo li ser çalakiyê ev daxuyanî dabû:

"9'ê Tîrmeha 2024'an bi şev saet di 21:00 de me li qemyoneke dewleta Tirk a dagirker, qaleş û kujerê gelê me xist, ku ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê alavên leşkerî dibir. Çalakî li derdora gundê Kanê yê Amediyê pêk hat. Di encama vê çalakiyê de agir bi qemyonê ket, îmha bû û leşkerên Tirk ê dagirker ku ajokarê qemyonê bû bi giranî birîndar bû."