Kampa Aştî ya li Erbetê bi temamî hate girtin

Kampa Aştî ya li navçeya Erbet a Silêmaniyeyê ku piraniya koçberên lê bûn Şengaliyên di dema fermanê de koçber bûbûn, hate girtin. Di daxuyaniya çapemeniyê de hêvî û bendewariya ji bo girtina kampên li Dihokê hate bilêvkirin.

Kampa Aştî ya li navçeya Erbet a Silêmaniyeyê bi temamî hate girtin.Li kampê 22 hezar malbatên koçber hebûn, ku gelek ji wan ji Şengalê bûn û piştî fermanê koç kiribûn. Piştî ku koçberên li kampê li cih û warê xwe vegeriyan, kamp bi temamî hate girtin.

Girtina kampa Aştî ya Erbetê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate ragihandin. Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq û gelek endamên Parlamenta Iraqê di dema daxuyaniyê de amade bûn.

Wezîra Iraqî Îvan Fayeq daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir, ku li ser pêşniyara Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, ew girtina kampa Aştiyê radigihînin.

Îvan Fayeq anî ziman ku rêveberiya Silêmaniyeyê ji bo girina kampê hevkariyeke rasteqîn li gel wezaretê kiriye û got, "Berê 2 hezar û 500 koçber di kampê de hebûn. Zêdetirî hezar û 800 malbatên koçber ji kampê hatin vegerandina ser cih û warên wan. Yên din jî derbasî nava bajêr bûn û li wir niştecih bûn. Niha bi giştî hejmara koçberên li Silêmaniyê û derdora wê niştecihbûyîn 22 hezar malbat in."

Îvan Fayeq di heman demê de diyar kir ku di rojên pêş de wê planek ji bo vegerandina xwebexş a penaberên ku li Silêmaniyê mane amade bikin.

Di derbarê kampên koçberan ên li Dihok û Hewlêrê jî Îvan Fayeq got: "Heta niha kampên koçberan ên li sînorê Hewlêr û Dihokê nehatine girtin. Serokwezîr desteyek di navbera Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê û Wezareta Karên Hindir ya Herêma Kurdistanê de ava kiriye. Di rojên pêş de wê kar li ser vegerandina wan koçberan jî bi şêweyek yek car were kirin.”

Endamê Desteya Koç û Koçberan a li Parlementa Iraqê Soran Omer jî hêvî û bendewariya xwe ji bo vegera koçberên li Dihok û Hewlêrê anî ziman.

Soran Omer GOT, "Em weke deste, piştgiriya biryara Serokwezîrê Iraqê ya ji bo girtina kampên koçberan dikin û spasiya rêxistinên ku alîkariya me kirine dikin. Em rêzê li koçberên li Silêmaniyê re digirin. Em hêvîdarin ku koçberên li Dihok û Hewlêrê jî vegerin ser cihên xwe. Ji ber ku ti sedemek nîne ku koçber li Herêma Kurdistanê bimînin."