BI DÎMEN

'Elî Kanîroj û hevrêyên wî heqîqet û azadî nîşan dan'

Fermandarê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê Elî Kanîroj û Xemgîn Amed, Helgûrt Bagok ji aliyê hevrêyên xwe ve hatin bîranîn.

ŞEHÎDÊN ÇAPEMENIYÊ

Bi wesîleya salvegera şehadeta Fermandarê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê Şehîd Elî Kanîroj û du hevrêyên wî yên fedakar Şehîd Xemgîn Amed û Şehîd Helgûrt Bagok ji aliyê hevalên wan ên li çapemeniya azad û Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ve hatin bîranîn.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik qala şehîd Elî Kanîroj kir: "Min di sala 2006'an de hevalê Elî nas kir. Li biryargehê bû û hevalekî ciwan bû. Piştre hevalê Elî li karên çapemeniya leşkerî yên HPG'ê hate wezîfedarkirin û salên dûr û dirêj ev kar kir. Gelek hevrêyên me ji bo karên çapemeniyê bidin rûniştandin, bi taybetî têkoşîna gerîla ji çavên gerîla ragihînin gelekî xebitîn. Di vî karî de gelek hevalên me şehîd ketin. Lewma di şexsê hevalê Elî, hevalê Xelîl, hevalên Zerdeşt, Nûrhak, Cesûr, hevala Arjîn, hevala Berfîn, hevala Şîlan, hevalê Çekdar, herî dawî jî hevalê Qasim Engîn şehîd bûn, hemû şehîdan bi bîr tînin.

Ev heval hemû di nava karê çapemeniyê de bûn, di nava rêveberiya Navenda Çapemeniyê ya HPG'ê de bûn, ji bo karibin vî karî bidin rûniştandin, ji bo karibin têkoşîna gerîla bi rêya çapemeniyê ji raya giştî re ragihînin, xebitîn, ked û hewldaneke mezin dan. Di şexsê hevalê Elî de em şehîdên xwe yên çapemeniyê, hemû şehîdên xwe yên şoreşê, şehîdên xwe yên azadiyê bi hurmet û minet bi bîr tînin. Me got, hevalê Elî di nava karên çapemeniyê de bû, lê belê hevalê Elî ne tenê li navendê ma. Li gelek qadên pratîkî hem karên çapemeniyê kir hem jî karê gerîla kir. Li herêma Zagrosê, herêma Behdînanê, li gelek herêman ma. Ji xwe hevalê Elî di sala 2012'an de hat herêma Botanê. Min jî ew wê demê ji nêz ve nas kir. Hevalê Elî salên dûr û dirêj li herêma Botanê hem gerîlatî kir hem jî karê çapemeniyê kir."

Têkildarî tevlîbûna Elî Kanîroj li nava jiyana gerîla û rola wî ya di karê çapemeniyê de Zozan Çewlik got, "Hevalê Elî şagirtê hevalê Xelîl bû. Hevalê Elî şagirtê Xelîl Dag, Armanc Kerboran, Cesûr, Zerdeşt Nûrhak (Li Botanê, çû qada Herekolê û li wir şehîd bû) û gelek hevalên din bû. Ji xwe hevalê Elî piştî şehadeta hevalê Xelîl hebûna xwe ya li nava karên çapemeniyê hîn bêhtir bi wate kir. Di karê çapemeniyê de dixwest bibe şopdarê hevalê Xelîl."

'HER ROJA XWE BI WATE KIR'

Zozan Çewlik li ser taybetmendiyên Elî Kanîroj li nava jiyana gerîla got, "Hevalê Elî di nêzîkatî, tevlîbûnê û gelek mijaran de hevalekî bi huner bû. Bi eşq berê xwe da bû Bakurê Kurdistanê. Lewma hevalê Elî dema li Botanê bû ne tenê karê çapemeniyê dikir, weke ku min got hevalê Elî hevalekî bi huner bû û zû tevlî nava kar dibû. Her rojeke xwe ya li Botanê bi wate dikir û bi vî rengî dijiya. Hevalê Elî şahidî ji gelek tiştan re kir. Gelek tişt dît. Dema ku hat ji xwe sala 2012 bû û pêvajoyeke giran a şer bû. Hevalê Elî kîjan kar danîbûya pêşiya xwe ew pêk dianî. Di heman demê de di her karî de kameraya wî jî bi wî re bû. Hevalê Elî xwe di nava jiyanê de berpirsyar didît, lewma jî hevalên wî bi rengekî germ nêzî wî dibûn. Ji ber vê yek ji wan hevalan bû ku gelekî dihate hezkirin û hurmet jê re dihate nîşandan."

Li ser bandora şehadeta Elî Kanîroj Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik got, "Şehadeta hevalê Elî ya di nava karê çapemeniya leşkerî de giran bû. Ez bawer dikim ku hevrêyên hevalê Elî wê mîrateya wî pêk bînin, xwedî lê derkevin. Wê armancên wî bi ser bixînin."

'MIROV TIMÎ DIXWEST BI WÎ RE KAR BIKE'

Ji hempîşeyên şehîdê çapemeniya azad Elî Kanîroj Egîd Sîrwan jî got, "3 hevalên me yên xebatkarên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê; hevalê Elî Kanîroj, hevalê Xemgîn Amed û hevalê Helgûrt Bagok di salvegera şehadeta wan de bi hurmet û minet bi bîr tînim."

Egîd Sîrwan anî ziman ku Elî Kanîroj mirovekî gelekî sade bû, di nava jiyanê de dilnizm bû û got, "Di nava jiyanê de, yan jî di karekî de hevalekî gelekî kedkar bû. Bi rastî jî di her karî de keda wî hebû. Bi her hevalî re dida û distand. Bi germahî nêzî her hevalî dibû. Mirov ji ti karê hevalê Elî aciz nedibû. Mirov timî dixwest bi Elî re kar bike. Hem bi xwe dixebitî hem jî hevalên li derdora xwe dixebitand. Plan, proje, kar û berhemdariya wî ya ji bo paşerojê nediqediya. Dixwest karên çapemeniyê bi pêş ve bibe. Di karê çapemeniyê de bi taybetî di kijandina kamera de, di montajê de hevalê Elî timî dixwest tiştên nû bike. Timî hewl dida hîn bibe. Tecrûbeya ku di vî karî de bi dest xist, bi derdora xwe re parve dikir.

Sala 2008'an di operasyona Zapê de dengê li pişt kamerayê yê wî bû û dîmenê Kobra yê ku wê demê ji aliyê gerîla ve hate xistin ji aliyê wî ve hate kişandin. Piştre jî sala 2012'an derbasî herêma Botanê dibe û heta sala 2017'an li wir dimîne. Ji jiyana gerîla, ji jiyana çiyê hez dikir. Ji xwe wî jî di hin axaftinên xwe de digot, 'Jiyana gerîla bi rastî jî jiyana esîl a Kurdan e'. Av, kevir, rê, meşa gerîla, ji her tiştên jiyana gerîla hez dikir. Dixwest vê yekê nîşanî her kesî bide."

'DIXWESTIN HEQÎQETÊ NÎŞANÎ HER KESÎ BIDIN'

Nûçegihanê çapemeniya azad Egîd Sîrwan têkildarî herdu şehîdên din ên çapemeniya azad got, "Min hevalên Helgûrt û Xemgîn jî dît. Ew jî di nava vî karî de bûn. Beriya her tiştî dixwazim hinekî qala hevalê Xemgîn bikim. Li gorî texmîna min di navbera 40-45 salî de bû. Lê belê ji temenê xwe hîn ciwan xuya dikir. Timî rû li ken bû, bi moral û coş bû. Ji aliyê fîzîkî ve hin zor û zehmetiyên wî hebûn, lingê xwe şikandibû, lê belê moralê wî ti carî kêm nedibû. Mirovek derdê xwe hebûya jî dema hevalê Xemgîn didît her tişt ji bîr dikir. Hevalê Helgûrt jî di nava karên çapemeniyê de hevalekî kevn bû. Ji sala 2014'an ve di nava karê çapemeniya HPG'ê de bû. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê mabû. Ew jî hevalekî dilnizm bû. Di karê xwe de cidî bû û xwedî tecrûbe bû."

'DI NAVA ŞERT Û MERCÊN HERÎ GIRAN DE KAMERA WÎ DI DESTÊ WÎ DE BÛ'

Ji xebatkarên çapemeniya azad Ronî Deştalanî jî diyar kir ku Elî jiyana gerîla kêlî bi kêlî şopand, kir malê dîrokê û got, "Tevî karên xwe beşdarî gelek karên din jî bû. Di nava şert û mercên herî giran de jî kameraya wî di destê wî de bû û dîmenê jiyana gerîla dikişand. Endamekî îdeal û baş ê karê çapemeniyê bû. Eger mirov bipirse bê nûçegihanekî şer çawa ye, hingî hevalê Elî mînaka vê yekê ye. Ne tenê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li gelek qadan kar kir. Bi taybetî li Botanê tevlî vî karî bû. Hevalê Elî dîmenê gerîla yê ku qet nehatibû kişandin, wêneyê gerîla yê ku qet nehatibû kişandin ji xwe re dikir kar û pêk dianî, dikir malê dîrokê. Medya çapemeniyê hîn jî bi saya berhemên wî dimeşe. Hevalê Elî mîrateyeke bi vî rengî ji bo me jî ji bo gerîla jî li pey xwe hişt. Mînak; gerîla niha dîmenê xwe bi xwe dikişîne, rêbaza xwe ya şer bi dîmenê xwe dike belge, jiyana xwe nîşan dide. Li çiyayên azad hevalên wî xwedî li mîrateya wî derdikevin, li gelek qadan karê çapemeniyê ji aliyê gerîla bi xwe ve tê meşandin. Em dixwazin bibin bersiv ji wî re.

Elî di nava jiyana gerîla bi xwe de bû. Ne tenê karê çapemeniyê, di nava jiyanê de bû. Eger tu dixwaze bibe çavên gerîla, divê tu bi jiyana wî re bibe yek. Hevalê Elî ev yek dikir. Dikarim bibêjim ku pêşengê me û gerîla bû."

'EM Ê XWEDÎ LI MÎRATEYA WAN DERKEVIN'

Ronî Deştalanî di dewama axaftina xwe de got, "Hevalê Xemgîn ehvalekî ji Amedê bû. Temenê xwe hebû, lê belê coşa wî ciwan bû. Bi moral bû û moral dida derdora xwe. Hevalekî welê bû ku her kes dikenand. Bi moral û coşa xwe pêşengî dikir. Hevalê Helgûrt bi eslê xwe hevalekî ji Mêrdînê bû. Hevalekî ciwan bû. Li gel temenê xwe yê ciwan jî demeke dirêj karên çapemeniyê meşand. Di şerê Kerkûkê de, di gelek şerî de bi gerîla re bû. Ji bo şerê gerîla yê li Kerkûkê bike arşîv gelekî ked da.

Lewma ji me xebatkarên çapemeniya azad re mîrateyeke gelekî mezin li pey xwe hiştin. Em jî soz didin ku li pey şopa wan bimeşin û bibin şopdarên mîrateya wan."