BI DÎMEN

Li Deriyê Sînor ê Serzêrê veguhestina leşkerî

Dewleta Tirk a dagirker ji navçeya Çelê ya Colemêrgê leşkeran derbasî Başûrê Kurdistanê dike.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ YÊN DEWLETA TIRK ÊN BI PIŞTGIRIYA PDK'Ê

Dewleta Tirk a dagirker ji Deriyê Sînor ê Serzêrê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê bê navber wesayitên zirxî derbas dike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, artêşa Tirk gefê li şêniyên herêmê dixwe ku dernekeve derve. Her wiha ji bo konvoya leşkerî bê derbaskirin, deriyê sînor ji serê sibehê ve girt. Li gorî agahiyan gelek konvoy danê êvarê derbasî nava Başûrê Kurdistanê bûn.