Petrola Kurd bi awayekî qaçax derbasî Îran û Tirkiyeyê tê kirin: Dahateya wê li ku ye?

Li gorî ajansa nûçeyan a Reuters’ê, nûçeyek a lêkolînê weşand û diyar kir ku her roj ji Başûrê Kurdistanê ber bi Tirkiye û Îranê ve bi awayekî qaçax petrol tên şandin.

Li gorî nûçeya hatî parvekirin her roj bi zêdetirî hezar tankeran herî kêm 200 hezar varîlên petrolê ji herêmên di bin kontrola PDK de ji Hewlêrê ber bi Îran û Tirkiyeyê ve tên şandin. 

Reutersê da xuyakirin ku piştî ku hikûmeta navendî ya Iraqê par şandina pertrolê ya li ser xeta Kerkûk-Ceyhanê birî, veguhestina petrolê ya bi rêyên tarî û neqeydkirî zêde bûye.

MEHANE HERÎ KÊM 200 MÎLYON DOLAR

Reutersê, têkildarî mijarê endezyarên petrolê yên Iraqî û Kurd, bi bazirgan, rayedarên hikûmetê, siyasetmedar, dîplomat, çavkaniyên endustriya petrolê jî di nav de zêdetirî bi 20 kesan re hevdîtin kir û hûrgiliyên vê bazirganiyê raxist ber çavan.

Van kesan jî dan zanîn ku her roj bi zêdetirî hezar tankeran herî kêm 200 hezar varîlên petrola erzan ji Tirkiye û Îranê re tê şandin. Her wiha gotin ku PDK ji vê bazirganiya qaçax mehane herî kêm 200 mîlyon dolaran qezenc dike. 

ÇIQAS PETROL BI QAÇAXÎ HAT DERBASKIRIN?

Wezîrê Pertrolê yê Iraqê Asim Cîhad, da zanîn ku bazirganiya petrolê ya li herêma Kurdan tê kirin ji hêla hikûmeta Iraqê ve nehatiye erêkirin û Şîrketa Bazirganiya Petrolê ya Dewleta Iraqê (SOMO) tekane saziya fermî ye ku destûra firotina petrola xam dide. Cîhad, da zanîn ku di destê hikûmetê hejmarên teqez nînin bê ka çiqas petrola qaçax ji Îran û Tirkiyeyê re hatiye revandin. 

Ji Enîstûtiya Bakir a Zanîngeha Riceyê Jim Krane jî wiha got: “Êdî tehemûla Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) a li hemberî qaçaxçitiya petrolê pir kêm e û heta tê zanîn ku li hemberî endamên vî sûcî dikin tedbîrên cezaî digire. Gumanên min hene ku li hemberî Bexdayê cezayeke were birîn ji ber ku herêma Kurdan li derveyî kontrola navendî ye.” 

DIBE KU HEWLÊR Û DYE’Ê BÎNE BERAMBERÎ HEV

Li gorî rayedarekî DYA’yî; heke PDK bi vê bazirganiya xwe ambargoya aboriyê ya DYA’yê ya li ser Îranê binpê bike, dê PDK û DYE’yê bîne beramberî hev. 

Heta par jî beşeke mezin a petrola xam a li Herêma Kurdistanê ji Kerkûkê bi rêya Xeta Boruya Iraq-Tirkiyeyê li bendergeha Ceyhanê ya Tirkiyeyê dihat veguhestin. Rojane nêzî 450 hezar varîl dihatin îxrackirin û ji Adara 2023’yan ve jî piştî Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî bi leha Hikûmeta Federe ya Iraqê biryar da, ev sewqiyat hate sekinandin. 

Çavkaniyên sektorê, rayedarên petrolê û dîplomatên ji bo Reutersê axivîn jî da zanîn ku di demekî kin de tankeran dest bi veguhestina petrola li Herêma Kurdistanê kirine û dibin Îran û Tirkiyeyê. Dan zanîn ku piştî hevdîtinên ji bo dîsa vekirina xeta boruyê sekinînin, bazirganya qaçax zêde bûye. Tevî firotina petrolê jî rayedarên herêmî dan zanîn ku tu pere nakeve qaseya Herêma Kurdistanê yan jî nayê qeydkirin. 

PETROLA QAÇAX HEYE LÊ DAHATE TUNE YE

Parlamenter Alî Heme Salih ku heta di sala 2023’yan de hatiye feshkirin jî serokatiya komîsyona petrolê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê dikir, wiha got: “Heta şopa dahatên petrolê jî tune ye. Bazirganiya petrolê bi ser 300 hezar varîlan de ye û ev hejmar ji gelek texmînên din zêdetir e.” 

Rayedarên Wezareta Xizîneyê ya Herêma Kurdistanê ya girêdayî PDK’Ê bersiva daxwaza şîroveyê nedan. Li hêla din tu berdevkên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê jî tune ne. 

Rayedarekî DYE’yî da zanîn ku DYE lêkolîn dike bê ka PDK li gorî ambargoya aboriyê ya DYE’yê li ser Îranê ferz kiriye tevdigere yan na. Rayedarekî Wezareta Karên Derve ya DYE’yê wiha got: “Ambargoya aborî ya DYE’yê yên li ser Îranê di meriyetê de ne û di mijara cîbicîkirina wan de em bi awayekî rêk û pêk bi şirîkên xwe re hevdîtinan dikin. Lê em hûrgiliyên van hevdîtinan parve nakin.”

ÇIQAS DAHATE TÊ BIDEST XISTIN NAYÊ ZANÎN

Rayedarekî payebilind ê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê got ku rojane li herêmê bi ser 375 hezar varîlan petrol tê derxistin û ji vê 200 hezar jê ji Îran û Tirkiyeyê re tê şandin û ya din jî weke herêmî tê rafînekirin. Rayedarekê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide jî ev tişt anî ziman: “Tu kes nizane bê ka çi bi dahata van 200 hezar varîlên bi awayeke qaçax derdixin derveyî welat dibe.”

PETROLA XAM BI ERZANÎ TÊ FIROTIN 

Ji sektora petrolê û çavkaniyên siyasetê jî dan zanîn ku şîrketên petrolê yên Herêma Kurdistanê her varîleke petrola xam bi bihayeke erzan ê di navbera 30-40 dolaran de difiroşin dewletên herêmê û ev jî mehane nêzî 200 mÎlyon dolar dike. Piraniya hilberandina petrola Herêma Kurdistanê ji hêla 8 şîrketên petrolê yên navneteweyî ve tê kontrolkirin. Ev jî DNO ASA, Genel Energy, Gulf Keystone Petroleum, ShaMaran Petroleum, HKN Energy, WesternZagros, MOL Kalegran û Şîrketa Petrolê ya Huntê ne.

Çavkaniyên sektorê dan zanîn ku kesên petrolê dikirin ên hatine erêkirin petrola xam ji şîrketan distînin û bêyî agahiya hilberîneran hebe difiroşin derve. 

Li gorî çavkaniyên sektor û siyasî, piraniya petrola bi kamyonan tê şandin ji deriyê sînor ê Haci Omeran ku yek ji deriyê sînor ê Iraqê yê fermî ye yan jî bi ser Pêncwînê derbasî Îranê tê kirin. Çavkaniyên endustrî, siyasî û dîplomatîk, diyar kirin ku petrol ji rêgeha ku di demên berê de ji bo îxrackirina petrola Kurdan dihat bikaranîn, derbasî bendergehên Îranê yên li Kendavê tên kirin, li vir jî li keştiyên li Bandar Îmam Humeynî û Bandar Abbasê tên barkirin û bi rêya bejahiyê derbasî Efganîstan û Pakîstanê tên kirin. 

Îran ji ber ambargoya heyî nikare berhemên xwe yên petrolê bifiroşe û Reutersê eşkere nekir bê ka ji vê petrolê Îran çi bi dest dixe yan jî kes çiqas pere bi dest dixin. 

BAZIRGANIYA PETROLÊ YA QAÇAX 

Li gorî Reutersê, ev bazirganî, xeleka dawî ya bazirganiya petrolê ya qaçax e ku sûdekî mezin dide desthilatdariya siyasî û berjewendiyên aboriyê. Çavkaniyeke di bazirganiya petrolê ya li Herêma Kurdistanê de dixebite wiha got: “Di navbera kesên ji bazara reş pereyî qezenc dikin û yên vê firotinê erê dikin de labîrentek heye. Ev nayê wê wateyê ku tenê vê jinedîtî ve tê. Para xwe jê digirin.” 

Li gorî dîplomateke payebilind ê Bexdayê jî berjewendiyên siyasî di vê bazirganiyê de gelek bibandor in. Heta di astekî wisa de ne ku vekirina xeta boruyê ya îxrackirina petrolê ya nû, êdî qet nayê nîqaşkirin. 

Rayedarên PDK’ê têkildarî bazirganiya reş bersiv neda pirsên Reuters’ê.