Cenazeyê rojnamevanê Çira FM'ê bi merasîmekê hate veşartin

Cenazeyê cangoriyê çapemeniya Êzidxanê Mirad Mîrza bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Cenazeyê cangoriyê çapemeniya Êzidxanê, nûçegihanê radyoya Çira FM'ê Mirad Mîrza serê sibehê piştî karên otopsiyê ji Mûsilê derbasî Şengalê kirin.

Li ser daxwaza malbatê li goristana Girê Gewr ku ya Qîraniyan e li Sikêniyê ji aliyê hevalên xwe yên kar, hempîşe, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û xizmên xwe ve bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Di dema merasîma spartina axê de hêrs û xemgînî hebû.

Hevalên wî yê kar, kamerayên xwe danîn ser gora wî û peyamên bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkerî û xiyanetê dan.