BI DÎMEN

Li Amêdiyeyê dîmenê sewqiyata bi helîkopterê

Dewleta Tirk di hefteyên dawî de sewqiyateke zêde li Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Dîmenê helîkoptera ku li Amêdiyeyê sewqiyatê dike, hate weşandin.

Di dîmeneke ku li ser torên medyaya dijîtal hatî belavkirin de diyar dibe ku artêşa Tirk a dagirker hîn jî leşkeran sewqî Başûrê Kurdistanê dike. Ku bi helîkopterekê li ser girekê li gundê Mêska yê li sînorê Amêdiyê leşker têne danîn.

Dewleta Tirk li aliyekî sewqiyata leşker û wesayîtên zirxî dike, li aliyê din jî bi rengekî bê navber çiyayan, zozanan û gundan bombebaran dike.

Di nava rojê de qada Biradost a Hewlêrê û gundên Duhokê hatin bombebarankirin û 2 sivîl birîndar bûn.

https://rojnews.video/embed/k4aKLDPhfNm47Wx