Rojnamevanê di êrişa dewleta Tirk de birîndar bû, şehîd ket
Rojnamevan Mirad Mîrza ku di êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê de birîndar bû, şehîd ket.
Rojnamevan Mirad Mîrza ku di êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê de birîndar bû, şehîd ket.
Dewleta Tirk a dagirker 8'ê Tîrmehê li Şengalê êriş biribû ser wesayita rojnamevanan ku nûçegihanên Çira TV û Çira FM'ê tê de bûn. Di encamê de 3 rojnamevan û 3 kesên di rê de derbas dibûn, birîndar bûn.
Ji rojnamevanên birîndar Mirad Mîrza Îbrahîm doh êvarê di dema emeliyatê de ji ber birîna xwe ya giran şehîd bû.