Çarçoveya Hemahengî: Dewleta Tirk 50 baragehên nû ava kir, di hefteyekê 100 binpêkirin

Yek ji rayedarên Çarçoveya Hemahengî Cebar Omer ragihand ku dewleta Tirk a dagirker herî kêm 50 baragehên nû yên leşkerî ava kiriye û 5 ji van pir mezin in. Hat diyarkirin ku di hefteyekê de 100 caran serweriya Iraqê hatiye binpêkirin.

Li gorî nûçeya Rojnews’ê yek ji rayedarên Çarçoveya Hemahengî Cebar Omer ji medyaya Iraqê re axivî.

Cebar Omer ragihand ku di nava heftiyekê de dewleta Tirk 100 caran serweriya Iraqê binpêkiriye û Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî li beramber da ti helwestek nîşan nedaye.

Ji Çarçoveya Hemahengî Cebar Omer da zanîn ku ya ku artêşa Tirk li Dihokê dike bandorek metirsîdar heye û beşek ji xaka Iraqê dagirkiriye. Cebar Omer got: “Artêşa Tirk 50 baregehên leşkerî ava kiriye ku ji vane 5 baregehên mezinin û bi hezaran leşker tê de bi cih kiriye. Di encama êrişên Tirkiyeyê de bi sedan malbat koçber bûne û bi dehan gund vale bûne, her wiha nêzîkî 20 hezar donim zevî û daristan şewitîne.

Derbarê bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li beramberî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk de Cebar Omer wiha axivî: “Divê ev bêdengî were şkandin û cîhan ji binpêkirinên Tirkiye yên beramberî Iraq û Herêma Kurdistanê agahdar bibe. Pêwîste li Dadgeha Navneteweyî giliya dewleta Tirk were kirin.”