Partiya Komunîst a Kurdistanê li dijî dagirkeriyê çalakî kir

Li bajarê Hewlêrê beşek ji endam û kadroyên Partiya Komunîst a Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê xwepêşandan lidar xistin û banga pêşîgirtina li êrişên dewleta Tirk kirin.

Li gel berdewambûn û berfirehbûna êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker, her ku diçe helwest, nerazîbûn û bangên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk jî zêde dibe.

Di vê çarçoveyê de li ber Navendan Partiya Komunîst a Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, bi amadebûna endam û kadroyên partiyê xwepêşandan hate lidarxistin.

Di xwepêşandanê de dirûşmeyên ‘Ji dagirkeriyê re na, ‘Hikûmet û Parlamentoya Iraqê helwesta we li ku ye’ û ‘NY çima bêdenge’ hatin berzkirin.

Endam û alîgirên Partiya Komunîst a Kurdistanê daxwaz ji her du hikûmeta Iraqê û hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê kirin ku serweriya neteweyî biparêzin û dagirkeriya dewleta Tirk rawestînin.

Her wiha Partiya Komunîst a Kurdistanê tekezî kir ku ew li dijî dagirkeriyê ne û çewisandina azadîxwazan şermezar kir.