Êrişên dagirkeriyê yên Tirk: Şandeyeke payebilind a Bexdayê li Hewlêrê ye

Hikumeta Bexdayê ku êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir, şandeyeke ewlekariyê ya payebilind ji bo lêkolînkirinê şand Başûrê Kurdistanê.

Bi biryara Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê û Serokwezîrê Iraqê Mûahmmed Şiya Sûdanî, heyeta bi serokatiya Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Qasim Erecî serdana Hewlêrê kir.

Heyet wê li Herêma Kurdistanê rewşa ewlekariyê, êriş, dagirkerî, sewqiyatên leşkerî û bendên kontrolê yên li Dihokê hatine danîn kontrol bike.

Tê payin ku Qasim Erecî bi Wezîrê Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê û rayedarên din ên hikumeta dembihurî ya Herêma Kurdistanê re rûnê.

Biryara li ser şandina heyetê roja Çarşemê di civîna Desteya Ewlekariya Neteweyî de hate wergirtin ku Serokwezîr Mûhammed Şiya El Sûdanî serokatî jê re kir.

Berdevkê leşkerî yê hikumet General Yahya Resûl diyar kir ku di civînê de destwerdana hêzên Tirk a li herêma sînor a hevpar hate nirxandin. Berdevk got, "Her cûre êrişên leşkerên Tirk ên li ser xaka Iraqê hate redkirin."