Nexweşê penceşêrê Zulkuf Atay hat binçavkirin

Zulkuf Atay ê ku ji ber penceşêra kolonê kemoterapiyê dibîne, bi hinceta ku dema taloqkirina cezayê wî ya 6 mehan bi dawî bûye hat binçavkirin.

LI AMEDÊ BINÇAVKIRIN

Zulkuf Atay (60) ê ku penceşêra kolonê di merhaleya 4’an de ye û kemoterapî didît, hat binçavkirin. Atay li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Konya Ereglî dihat girtin ji bo dermankirina penceşêrê cezayê wî 6 mehan hatibû taloqkirin. Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê rapora ji sedî 80 astengdariyê dabû wî.

Zulkuf Atay ê li navçeya Pîran a Amedê dema ji şînê derdiket, bi hinceta ku dema taloqkirina cezayê wî bi dawî bûye, ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Hate hînbûn ku Atay di sala 2019’an de di çarçoveya xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û di girtîgehê de bi penceşêra kolonê ketiye.