Dewleta Tirk li Biradostê bombe li qada sivîl barand: 2 kes birîndar bûn

Hêzên dewleta Tirk a dagirker ku bi veguhestina hêzeke mezin a leşkerî ya ber bi Başûrê Kurdistanê êrişên xwe yên dagirkeriyê zêde kiriye, li Biradostê bombe li qadên sivîl barandin, 2 sivîl birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, dewleta Tirk bombe li zozanên Lolan û Çiyayê Şekiwyanê yên li qada Biradostê barand. Hate ragihandin ku di encama êrişê de 2 gundî birîndar bûn.

Ji ber ku êrişên dewleta Tirk dewam dikin, tîmên tenduristiyê nikarin xwe bigihînin birîndaran.

Dewleta Tirk gundên Dihokê jî bombardûman kir. Nayê zanîn bê ji ber êrişan tiştek bi kesî hatiye yan na.

Li gorî rêxistina Community Peacemakers Teams (CPT) ku saziyeke sivîl a li Başûrê Kurdistanê ye û li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê qeydkirî ye, ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker herî kêm 162 gund hatin valakirin û gefa valakirinê li ser zêdeyî 600 gundan heye. Hate ragihandin ku dewleta Tirk ji destpêka salê ve herî kêm 20 hezar donim zevî şewitandiye.

Çavkaniyên herêmî dibêjin, hêzên dagirker ên dewleta Tirk bi 50 kîlometreyî ketine nava Başûrê Kurdistanê.