10 serokeşîrên din ên Iraqê bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan

10 serokeşîrên din bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hebûna leşkerî ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê dan.

Ji nîvê Tîrmehê heta niha bi dehan êl û eşîrên bibandor ên Iraqê bi daxuyaniyên hevpar bertek nîşanî dagirkeriyê dan û bal kişandin ser berxwedana PKK’ê. 

Di 16’ê Tîrmehê de 15 serokeşîr di 18’ê Tebaxê de jî  39 serokeşîr bi daxuyaniyên hevpar êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û piştgiriya xwe ya bi PKK’ê re ragihandin.

Li gorî nûçeya Rojnewsêherî dawî di 19’ê Tebaxê de 10 serokeşîrên din piştgirî dan daxuyaniya ku di 16’ê Tebaxê de dabû dyîn. 

Di daxuyaniya hevpar ya ji 19’ê Tîrmehê ve serokeşîrên Iraqê piştgirî didinê de ev tişt tê gotin:

“Êrîşên sîstematîk ên Tirkiyeyê yên li dijî gel û xwezaya Herêma Kurdistanê berdewam dikin. Gund û bajar tên valakirin; tên wêrankirin û jiyana mirovan dixe xeterê. Xelk ji neçarî malên xwe terk dikin û hewl tê dayîn ku herêm bibe herêmeke leşkerî.

Em dizanin ku Tirkiye niha li dijî PKK ya ku li dijî DAIÎŞ’ê şer dike, ji DAÎŞ’ê destekê distîne. Armanca sereke ya vê yekê jî dagirkirina hinek navçeyên Iraqî û bi taybet gelê Kurd e. Ev êrîşên hovane sûcê şerin û bandorê li xwezaya mirovan dike. Ev sûcên ku bi hevkariya PDK’ê tên kirin, li ber çavên hikûmeta Bexdayê, civaka navnetewî, Emerîka û hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li Dijî DAIŞ’ê pêk tên.

Di dawiya daxuyaniya xwe de serokên eşîrên Iraqê wiha bang kirin: “Em weke eşîretên birûmet yên Iraqê û serokên wan, van êrişên sîstematîk red dikin û bang li civaka navnetewî, hikûmeta Bexdayê û Parlamentoya Iraqê dikin ku ji bo rawestandina van êrişên Tirkiyeyê berpirsyartiya xwe ya mirovî, exlaqî û yasayî bînin cih.”

Navê serokeşîrên Iraqê ku ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk metna hevpar îmze kirin wiha ne;

1- Şêx Sebar Badîwî, şêxê eşîra Bû Elî.

2- Şêx Hemîd Turkî Zîn, şêxê eşîra Bû Ziab.

3- Şêx Ehmed Turk, kesayetekî civakî ji eşîra Bû Ferec.

4- Şêx Gazî Feysel Kaûd, ji eşîra Bû ya rehmetî.

5- Şêx Hikmet Semîr Şelal. Ew ji eşîra Muhemmed e.

6- Şêx Hemed Ebdulkerîm Xerbît, ji eşîra Bû Xelîfe.

7- Şêx Mazî Raml, ji eşîra Bû Marî.

8- Şêx Seddad Kamil Dehl, şêxê eşîrê ji bo Îsa.

9- Şêx Ehmed Ferhan, ji eşîra Hazim.

10-Şêx Raad Ebdulcebar Silêman, ji eşîra Bû Esaf.