Li Amed û Êlihê ji bo xizmên windayan daxwaza edaletê

Xizmên windayan û endamên ÎHDê bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li Amed û Êlihê hatin ba hev.

XIZMÊN WINDAYAN

Malbatên windakiriyan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi dirûşmeya “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” li Amed û Êlihê kom bûn.

AMED  

Çalakiya ku Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û malbatên windakiriyan her hefte bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” lidar dixin, di hefteya 806’emîn de berdewam kir. Gelek malbatên windakiriyan û endamên ÎHD’ê tevlî çalakiya ku li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê hate lidarxistin bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser hate vekirin.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hasan Gulunay ê di 20’ê tîrmeha 1992’yan de li Stenbolê hate windakirin, hate pirsîn. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz çîroka Gulunay xwend.  

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÊLIH

Li Êlihê jî ÎHD û malbatên windakiriyan di hefteya 642’yemîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin ba hev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” hate vekirin de malbatên windakiriyan, parazvanên mafên mirovan, endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Êlihê, rêveberên Rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên Êlihê amade bûn. Di çalakiyê de aqûbeta Mehmet Yaşar ê di 31’ê tîrmeha 1993’yan de li garaja Êlih û Mîdyadê dema ji mînîbusê peya dibû hate qetilkirin hate pirsîn.

Kurê Mehmet Yaşar, Sabahattîn Yaşar çîrova bavê xwe vegot. Dû re Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Rezan Baytar jî çîroka yaşar xwend.  

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.