BI DÎMEN

Bi sernavê ‘Pirsgirêka Kurd, Kerkûk û Enfalê’ semînerek hat lidarxistin

Li Kerkûkê li ser rola jinên li diyasporayê ya di nasandina pirsgirêka Kurd û jenosîda Kurdan de semînerek hat lidarxistin

Duh Komeleya Çandî û Civakî li Kerkûkê li Eywana Şehîd Mistefa Germiyanî bi beşdariya gelek rewşenbîr, çalakvanên sivîl û siyasî û nûnerên saziyan bi sernavê "Pirsgirêka Kurd û Kerkûk û Enfalê" bi çalakvana jin Gêlas Hakim Mu’tesemê re semînerek lidar xist.

Gêlas Hakim Mu’tesem ku li Londonê rêvebera Yaneya Rewşenbîrên Temendar e, di semînerê de qala wan kar û xebatan kir ku jinên çalakvan ên sivîl û siyasî li diyaspora û welatên Ewropayê ji bo xizmeta pirsgirêka Kurd kirine. Her wiha behsa pirsgirêkên Kurdan û rewşa gelê Kurd a li Rojhilata Navîn hate kirin. Di beşeke din a semînerê de behsa rewşa Kerkûkê û bandora pêvajoya navno ya Enfalê û zihniyeta jenosîdkirina Kurdan hate kirin.

Çalakvana jin a Kurd Gêlas Hakim Mu’tesem têkildarî semînerê ji ANF’ê re axivî û got: “Îro li bajarê Kerkûkê mêvandariya min hate kirin û semînerek ji bo min hat lidarxistin. Di semînerê de min behsa gelek tiştên taybet kir li ser pirsgirêka Kurd li Brîtanyayê û me çawa me hewl daye em çareser bikin yan qet nebe me hewl daye em peyama xwe bigihînin xelkê Ewropayê ji bo nasandina pirsgirêka Kurd.”

Gêlas Hakim Mu’tesemê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Li welatekî wekî Brîtanyayê hemû gel hene, me jî hewl da ku em dengê gelê Kurd û bi taybetî pirsgirêka Kerkûkê bi wan bidin nasandin. Ji ber ku pirsgirêka Kerkûkê pirsgirêkeke berdewam e û pirsgirêkeke kevn û nû ye. Me peyama xwe gihandiye parlementerên Ewropayê û me gelek axaftin kirine, lê mixabin heta niha bersivên wan neyînî ne.”

Di dawiya axaftina xwe de çalakvana jin Gêlas Hakim Mu’tesemê wiha got: “Cihê rexneyê ye ku çalakiyên me yên çandî li vî bajarî kêm in. Li vî welatî pêwîstiya me bi avakirina hişmendiya mirovan heye, lewra ji her tiştî zêdetir pêwîstiya me bi perwerdeyê heye. Peyama min ji bo biçûktirîn zarok û pîrtirîn kesê Kurd e, pêwîst e em bibin yek. Ji ber ku dijminên me gelek in û berdewam êrişî ser gelê Kurd dikin. Pêwîst e êdî Kurd bi hestyarî li hember dijminan nefikirin, divê em bi mantiq bifikirin da ku em siberojeke baş ji bo nifşên xwe pêk bînin.”