Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê hate binçavkirin

Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Navendî ya Semsûrê Yûsûf Ozperçîn hate binçavkirin.

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Navçeya Navendî ya Semsûrê Yûsûf Ozperçîn bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “li dijî dewletê daxuyanî daye” hate binçavkirin. Ozperçîn ê nîvro ji mala xwe hate binçavkirin, piştî îfadeya midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hate kirin.

Tê payîn ku li dozgeriyê îfadeya Ozperçîn bê wergirtin.