PDK’ê li Kerkûkê bi Eniya Tirkmen re li hev kir

Hat ragihandin ku PDK’ê têkildarî diyarkirina walî û serokê Meclîsa Kerkûkê, bi Eniya Tirkmen re li hev kiriye. YNK’ê eşkere kir ku ew ê têkildarî Kerkûkê tawîzê nedin.

Li gorî nûçeya Rojnews’ê, Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê Erşed Salih di bernameyek televziyonê de diyar kir ku wana û PDK’ê li ser pêkanîna îdareya xwecihî ya Kerkûkê lihevkirine. Erşed got ku ew li benda helwesta aliyên Erebin.

Bi vî awayî ji bo pêkanîna îdareya xwecihî ya Kerkûkê, YNK tê paşxistin.

Derbarê hewldanên Eniya Tirkmen û PDK’ê de, berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre ji ajansa Rojnews re axivî.

Pîre da zanîn ku ev hewldan biser nakevin, yasa jî rê nade û ev hewldan hemû ji aliyê hêzên herêmê ve tên kirin.

Pîre got ku bila xwe ne westînin, îdareya xwecihî ya Kerkûkê bêyî YNK’ê nayê pêkanîn.

Hêjayî gotinê ye di 18’ê Cotmeha 2023’yan de hilbijartinên parêzgehan pêkhatine, lê heya niha jî Kerkûkê bê walî û îdareya xwe cihe.