Dewleta Tirk a qirker û faşîst êriş û dagirkeriya xwe ya li ser başûrê Kurdistanê didomîne û desthilatdarên başûrê Kurdistanê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker heta niha bê deng û bê helwest in. Têkildarî vê yekê nivîskar û çalakvanê qada Enfalê Simko Sabîr ji ANF’yê re axivî.
Nivîskar Simko Sabîr da xuyakirin ku tiştê ku dewleta Tirk a dagirker niha pêk tîne, amadekariyeke zêde jê re kiriye, li nav Başûr jî hevkariya wê hatiye kirin û wiha got: “Di raboriyê de ji ber jenosîd û komkujiya Osmanî û dewleta Tirk hin netewe hatin jenosîdkirin û hetta zimanê wan jî nema. Dosyeya jenosîdê li ser Xîlafeta Osmanî û dewleta Tirk e. Ji dewleta Tirk her tim tê çaverêkirin ku komkujiyê pêk bîne. Tevî wan komkujî û sûcên mezin ên dewleta Tirk, beşeke wan a mezin wek jenosîd nehatine naskirin. Eger dadgehek hebe ku bi azadî li ser kar wan bike, hemû sûcên dewleta Tirk ên ku kirine yên wekî jinavbirina nasname û çewisandina gelan, êrişkirina li ser çar parçeyên Kurdistanê, dê wek jenosîd û sûcên şer bên qebûlkirin.”
'BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI BER METIRSIYEKE MEZIN E'
Simko Sabîr diyar kir ku bêdengbûna li hember êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker metirsiyeke mezin e û got: “Eger civaka me bêdeng bimîne, bi taybetî Başûr, ez pêşbîniya rewşeke xerab dikim. Bakur xwe rêxistin dike û li dijî dewleta Tirk li ber xwe dide, bi heman awayî Rojava di nav xebateke birûmet de ye. Li başûrê Kurdistanê ne tenê berxwedan nayê kirin, her wiha hevkarî tê kirin, rê jê re tê vekirin. Eger em van êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk bi Enfalê re bidin ber hev, eger caş û xwefiroş nebûna, ew hemû çiya û cihên ku gel xwe lê veşartibû, eger caş û xwefiroşan eşkere nekiribûna, wê qurbanî bi vî awayî nebûna. Niha jî bi heman awayî ye, xayîn û xwefiroş cihên gerîla nîşanî dagirker didin.”
'DEWLETA TIRK JÎNGEH Û ŞÛNWARÊN DÎROKÎ XERAB DIKE’
Simko Sabîr di berdewamiya axaftina xwe de da xuyakirin ku li başûrê Kurdistanê nêzîkî 400 hezar caşên Sedam Hisên hebûn, bi hevkariya nêzîkî 300 misteşaran dewleta Iraqê bi heşt qonaxên cuda li her çar parêzgehan li ser geşê Kurd Enfal hate kirin û got: “Mixabin ev hikûmeta niha helwesta wê tune ye û bê deng e, tu cudahiya vê yekê ji wê yekê tune ye, mîna ku tu Enfaleke din li ser gelê xwe zindî bikî. Dewleta Tirk bi her awayî wêrankariyê dike, rez û baxçe ku dar tê de ne û sedan sal temenê wan heye, dibire yan jî dişewitîne. Temenê gundên başûrê Kurdistanê ji dîroka dewleta Tirk kevintir e, wan hildiweşîne, şûnwarên dîrokî xerab dike. Eger dadgehek hebe, dê vê yekê wek sûc û jenosîd nas bike. Em careke din hest dikin ku em li ber jenosîd û komkujiyê ne, em li ber jinavçûna jîngeha Herêma Kurdistanê ne. Piştî êrişa Enfalê jîngeh û gundên başûrê Kurdistanê hatin avakirin. Lê careke din jîngeh û gundên Kurdistanê ji nav diçin, ji ber ku dibe herêma şer û tê de wêrankarî tê kirin. Lewra wekheviyeke mezin heye di navbera Enfal û dagirkeriya dewleta Tirk de. Mixabin, wekî Enfalê ku caş û xwefiroşan hevkariyê Iraqê dikir, niha jî hevkariya dewleta Tirk tê kirin.”
Simko Sabîr amaje pê kir ku aliyên siyasî bi xwe agahdar in ku rewş çi qas metirsîdar e lê bêdeng in, di asta civakî û takekesî de xelk dizane ku hebûna dewleta Tirk a dagirker metirsîdar e, divê li dijî wê rawestin û helwesta xwe nîşan bidin û wiha domand: “Başûrê Kurdistanê li ber rewşeke metirsîdar e, di nav gelek pirsgirêk û astengiyên giran re derbas dibe, ev hikûmet her ku diçe pirsgirêkan ji bo jiyan û hemwelatiyan û ji bo azadiyê çêdike. Divê em hişyar bin, yên ku vê yekê dikin, dixwazin em xwe radest bikin. Di jiyana me de mirovên hişyar hene, divê helwesta wan hebe, li dijî dagirkeriyê bisekinin û bertekên xwe nîşan bidin. Li başûrê Kurdistanê mirov hene ku li dijî dagirkeriyê ne, ji ber ku dizanin dewleta Tirk diçe ku derê, ji wir dernakeve, dîrok şahidê vê gotinê ye.”
Di dawiya axaftina xwe de Simko Sabîr ev tişt anîn ziman: “Ez qet bi helwesta wan komên niştimanî û siyasî kêfxweş nîn im ku xwe neteweyî dibînin, niha hevkariya dagirkeriya dewleta Tirk dikin û bê deng in. Divê em vegerin nav civakê û nav wan kesan ku baweriya wan bi jiyaneke azad û birûmet heye, divê em wan hişyartir bikin ku jiyana me di metirsiyê de ye da ku helwesta xwe nîşan bidin.”