Ne çek, ne şer, ne polîtîka û siyaseta dewletan, ne jî jehra ku rejîmên dewletan li gerdûnê belav kiriye. Ne jî xirabiyên awarte ewqasî hatine hêsankirin û hewldana watedayîna wê. Şoreşgerî, azadîxwazî… Êşa kesên din hîskirin û gelek sedemên bijartina şoreşgeriyê hene, piştî bûyîna gerîla, bûyîna şervanê azadiyê ya gel…
Hîn nebûye bîst û pênc. Dişibe xaka ku lê mezin bûye. Tê bîra wê ku wê çi kir û neçare çi bike. Di ferqa her tiştî de ye. Meşa wê, li ser rûyê wê bişrîneke giran û serbilindî hebû. Rûyê wê axa herî kûr a erdnîgariyê tîne bîra mirovan. Pak û ziwa. Mîna xaka sor a herî berhemdar a li Kurdistanê. Xwîdana li ser eniya wê xwe bi hev girtine û bi lez diherikin. Weke ku nas dikim, hem jî ji televîzyonê. Lê wê demê rûye wê girtî bû. Min pirsa; “Me qet hev nedîtiye ne wisa”. Got: “Na, lê ez te nas dikim, tu ji çapemeniyê yî.” Gerîlaya jin a li kêleka wê dema got; “Niha tu diaxivî ew di serê xwe de nûçe dinivîsîne” rûyê wê keniya.
Di vê serdema ku mirov xwe bi dinyaya mirinê re diqedîne de nedîtina van şervanên ku bi eşq li pey xwebûnê dimeşin, herhal berê xwe ji mirovbûnê diguherîne. Yan ew pirsên ku ez ê bikim dizane yan jî ew bi xwe wisa ye. Ji ber vê yekê rehet e, ji xwe bawer e. Min got: “Qey tu dizanî bê ez ê çi bipirsim." Gerîlaya jin a ku berê wê nas dikir got, "Her tim wisa ye. Xwînsar."
"Min te di televizyonê de dît, we çekên ku gerîlayan di operasyona şoreşgerî de li ser dagirkeran rakiribûn, dida nasîn. Te bi qerf û henekî digot artêşa Tirk ku artêşeke evqas kêmkalîte ye divê ji NATOyê bê qewitandin.” Bi rûkenî got ku min henek dikir; “Ji xwe hêzên NATO'yê vî şerî dimeşînin" û hinekî din rewş vegot. Pir bi baldarî min wê guhdar dikir. Çav û gotinên wê gelek tişt gotin. Hin ji wan min nivîsand û hin jî wan jî dijiyam.
Min jê pirsa; “Niha hûn li vir in, li ser girekî din, li zeviyek din, li kampek din. Hûn ji tunelên berxwedanê herî zêde bêriya çi dikin? Bi xwe bawer got: "Her tişt. Ez çar salan li wir mam. Min çiya li wir nas kir. Heta dijmin, hevrêyên min, hevaltî, şerxwazî û şer min li vir nas kir. Dibe ku jiyan bi xwe jî. Dema mirov ji vir li wir dinêre, dibêjin qey her dem şer e, li wir jiyan heye. Em pirtûkan dixwînin, nobetê digirin, diçin çalakiyê . Em taktîkê nîqaş dikin, dixebitinû lêpirsînê dikin. Jiyana rojane wisa ye. Ji xwe şer û çalakî divê em bikin. Di nava rojê de em hewl didin perwerdeyê bibînin. Ji ber ku dijmin bi kîmyasalan êrîş dike heval neçar man ku porê xwe bibirin. Porê min jî zêde ne dirêj bû ji bo piştgiriyê min jî birî. Ev navenda rastiyan e. Di rojên taybet de an jî dema ku em çalakiyan dikin, ew dem demên me yên herî bi moral e. Em bi amêran di destê xwe de diyariyên piçûk çêdikin, em van rojan di rojnivîskên xwe de dinivîsin, ji ber ku li wir hîs dikim ku ez dijîm.”