Ceylan Akça Cupolo: Divê em li welatê ku hiqûq lê nîne, xwe biparêzin

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Hîzbûllahê jinûve zindî bike û got: “Divê em li welatê ku hiqûq û ewlehî lê nîne, xwedî li qadên xwe yên jiyanê derbikevin û xwe biparêzin."

LI AMEDÊ ÊRÎŞÊN HÎZBÛLKONTRAYÊ

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo bal kişand ser êrîşên li Amedê û got: “Dewlet dixwaze Hîzbûllahê jinûve zindî bike. Divê em xwe biparêzin.”

Di nava du mehên dawî de, li navenda Amedê kafe jî di nav de, herî kêm êrîşî 5 cihan hate kirin. Bi van êrîşan re tarzê jiyanê yê civak û bi taybetî jî ya jinan, hatiye hedefgirtin. Îfadeya êrîşkaran hate girtin û piştre hatin berdan. Piştî êrîşkar hatin berdan, sê êrîşkarên din êrîşî du kafeyan kirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo têkildarî êrîşan ji ANF’ê re nirxandin kir û got: “Gava stratejîk a ku Suleyman Soylû qalê kirî, li Amedê di nava 45 rojan de derket holê. Li gorî me ev çalakî, bi serê xwe nehatine kirin. Jehreke ku li mutfaqa polîs û îstixbaratê tê pijandin û bi gelê Kurdistanê didin xwarin.”

Ceylan Akça Cupolo diyar kir ku êrîş ne tesaduf in û wiha got: “Eşkere ye ku Hîzbûlkontra jî beşdarî koalîsyona AKP-MHP’ê bûye. Têkildarî êrîşkaran, mekanîzmaya darazê lêpirsîneke bi bandor nameşîne. Ev rastiyeke dîrokî ye. Cemal Tutar ê ku faîlê 109 cînayetan e, di parastina xwe ya dawî de wiha got, ‘Ez ne poşman im. Em mîna bombeya ku ji teqînê re amade ye, hatin girtîgehê. Sebra me nemaye. Dibe ku em hundir veguherînin gola xwînê… Me cînayet bi alîkariya Xwedê pêk anîn. Me li herêmê hezkirina leşker û polîsan qezenc kir.’ Gelo ev desthilatdariya ku Cemal Tutar tahliye kir û jê re navbeynkarî kir ku biçe dervey welêt, wê lêpirsîneke bi bandor bimeşîne? Dema mirov rastiyên dîrokî û heyî li ber çav digire, ji dervey xweparastinê û xwedî derketina li qadên xwe yên jiyanê, ti çareyeke me ya din nîne. Li vî welatê ku çêkerên hiqûq û ewlehiyê lê îflas kirî, ti çareseriyeke din nayê dîtin.”